Ji bo krîz, kaos û şerê heyî dimildest bi dawî bibe, divê tecrîd bê rakirin. Bi rakirina tecrîtê re, divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên destpêkirin, rêyên diyalogê bên vekirin û di warê siberoja Tirkiyeyê de biryar bên girtin.
OZGUR PAKSOY / MEHMET ŞAH ORUÇ / MA / AMED
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got, “Ji bo krîz, alozî û serdema şer bi dawî bibe divê demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.”
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan der barê xebatên hilbijartinên herêmî, operasyona li dijî endam û rêveberên wan, tifaqa Kurdan û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî.
Buldan anî ziman ku hilbijartinên cihî ji bo Tirkiyeyê û partiya wan wê bibin pêvajoyeke girîng û got, “Em li ser tifaqê û pêvajoya namzetdiyarkirinê hevdîtinên berfireh dikin. Heta çend hefteyan, ev hemû wê temam bibin û em ê stratejî û kampanya xwe ji raya giştî re eşkere bikin.”
Tifaq diyarker in
Buldan îşaret pê kir ku hilbijartin dîsa di bin şert û mercên giran ên zexta li ser Kurdan bi rê ve diçin û got, “Li dijî partiya me êrişên giran hene. Serokomar û rayedarên AKP’ê li partiya me û rêveberên me gefan dixwin. Em jî li dijî van gefên wan bi moralekî xurttir û bi hêzeke mezintir xwe ji bo hilbijartinan amade dikin.”
Buldan got, ew li bajarên Kurdistanê bi rêbazek yekîtî û hevgirtina kurdan esas digire xwe ji bo hilbijartinê amade dikin û li rojavayê Tirkiyeyê jî bi çepgiran û hêzên demorkasiyê re hevdîtinan dikin û ew ê bi van tifaqan xwe ji bo hilbijartinê amade bikin.
Qewirandina qeyûman
Buldan bal kişand ser kirinên qeyûman jî û got, “Divê em qeyûman ji şaredariya biqewirînin. Qeyûm tayînî 95 şaredariyên me kirin. Armanca me mezin e, û divê ev armanca me di bin 150 şaredariyan re nebe. Em bi hevparî û hevgirtineke yekîtiya demokrasiyê, dikarin gelek şaredariyan ji destê AKP’ê derxin. Di rojên pêş de em ê bi kî re tifaqan bikin, ev ê diyar bibe.”
Li Kurdistanê tifaqa neteweyî
Buldan bal kişand ser hevdîtina li gel partiyên Kurdistanî jî di çarçoveya tifaqa neteweyî ya Kurd de û mesele wiha nirxand: “Em bi partiyên Kurdistanî re hevdîtinan dikin. Hevdîtinên me tenê ne li ser rojeva hilbijartinê ne. Armanca sereke yekîtî û hevgirtina Kurdan e û sekna hevpar e. Em li ser van hemûyan gengeşeyên xwe pêk tînin. Ya ji bo me girîng ev e. Mesele tenê ne tifaqa hilbijartinê ye, meseleya herî girîng yekîtî û hevgirtina gelê Kurd e.”
Êrişên li dijî HDP´ê
Buldan îşaret bi zilma li dijî HDP û endamên wê kir û got, “Berî 2 salan di 4’ê Mijdarê de, di serî de Hevserokê me yê Giştî Demîrtaş, hevalên me yên parlamenter û gelek siyasetvanên me di heman operasyonê de hatin destgîrkirin û girtin. Hişmendiya mezinbûn û berfirehbûna HDP’ê dîtin, li dijî hevserok û parlamenterên HDP’ê operasyon kirin. A rast xwestin, gelên Kurd û Tirk neyên cem hev.
Hûn çiqasî bixwazin bigirin, qedexe bikin û krîmînalîze bikin jî, gelên Tirkiyeyê û gelê Kurd dê hîn zêdetir bên gel hev û dest ji têkoşînê bernedin.
Ji bo ku em van operasyon û êrişan pûç bikin, divê em bên gel hev û têkoşîna xwe mezintir bikin. Her ku diçe hilbijartinên herêmî nêzîk dibin. Divê em helwêsteke hevpar di vê pêvajoyê de nîşan bidin.”
Bi Ocalan re rûnên
Buldan, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan jî û got, “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ev nêzî 20 salan e ku tecrîdeke girankirî li dijî Ocalan heye. Divê tecrîd dimildest bê rakirin. Tecrîdkirina Ocalan, êrişên li dijî gelên Kurd û Tirk jî zêdetir dike. Sê salên muzakereyê yên bi Ocalan re, salên herî xweş ên Tirkiyeyê bûn. Mirov bi hêvî bibûn û bi baweriyeke mezin li wê serdemê mêze dikirin. Wê demê di hevdîtinên me de Birêz Ocalan digot, ‘Heger Tirkiye demokratîk bibe, tevahiya Rojhilata Navîn wê demokratîk bibe.’
Ji bo krîz, kaos û şerê heyî dimildest bi dawî bibe, divê tecrîd bê rakirin. Bi rakirina tecrîtê re, divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bên destpêkirin, rêyên diyalogê bên vekirin û di warê siberoja Tirkiyeyê de biryar bên girtin. Em hêvîdarin pêvajoyek wiha bê destpêkirin.”