Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê par gelek otobus kirî û bi vî rengî çûn û hatina welatiyan hêsan kir. Li ser van otobusên bi rengê mor hatin xemilandin, nivîsa “Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê” bi zimanên Kurdî û Tirkî hat nivîsandin.

Qeyûmên Tirk ên ji aliyê AKP’ê ve li şûna Hevşaredarên DBP’ê hatin bicihkirin, di destpêkê de xebatên ji bo jin, zarok û çandê sekinandin. Yek ji pêkanînên qeyûmên Tirk ên balê dikişîne jî, xweranegirtina li zmanê Kurdî ye. Qeyûm di nava hefteyê de yekane dibistana li Wanê bi zimanê Kurdî perwerdeyê dide, girt. 



Qeyûmê AKP’ê qîma xwe bi vê jî nanî û nivîsa “Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê” a bi Kurdî li ser otobusan hatibû nivîsandin jê bir û tenê nivîsa Tirkî hişt.

Tabelaya şaredariyê rakirin

Qeyûmê Silopiya tabeleya şaredariyê ya kurdî rakir. Qeyûmê navçeya Silopiya ya Şirnexê ku di 11’ê îlonê de hat ser kar, bêtehemuliya xwe ya li hember zimanê Kurdî nîşan da. Doh danê sibê karkerên şaredariyê û polîsên ku bi şev û roj li derdora şaredariyê nobetê digirin tabeleya ku li ser, “Şaredariya Silopiya” nivîsî rakirin. 


 WAN / ŞIRNEX