
Nêçîrvan Barzanî, ku niha PDK´ê ew weke namzetê serokatiya herêmê destnîşan kiriye, roja gelê Şêladizê li dijî baragehên artêşa Tirk çalakî pêk anî, telefonî Enqerê kir û lêborîna xwe ji dewleta Tirk xwest. Hikûmeta herêma Kurdistanê jî ev çalakî weke “fitne” bi nav kirin, gel tawanbar kir û girêdana xwe ya bi dewleta Tirk re destnîşan kir.
Tê zanîn, lê dubare em bînin bîra xwe li wir çi qewimî? Xelqê Şêladizê, Dêrelok û derdorê ji bo ku êrişên artêşa Tirk şermezar bike, 26´ê Çile li dijî baregeha leşkerî çalakî pêk anî. Xelqê baregeh şewitand. Ji ber ku artêşa Tirk sivîlên li herêmê dike hedef û herî dawî roja 23´yê Çile 4 sivîl ji aliyê artêşa Tirk ve hatin kuştin. Li gorî agahiyan li derdora Amediyê heta niha herî kêm 23 sivîl ji aliyê artêşa Tirk ve hatine kuştin. Di serhildana 26´ê Çile de jî 2 sivîlên (yek ji wan Hisên Rêkanî yê 13 salî bû) hatin kuştin. Xelqê herêmê jî li hemberî vê yekê îsyan kir û rabû serhildanê.
Weke ku di dîmenan de jî xuya dike, gel hêrsa xwe li hemberî dagirkeriya artêşa Tirk û hêzên pê re hevkariyê dikin, tîne ziman. Yanê; ev çalakî çiqas li hemberî dagirkeriyê be, ewqas jî li hemberî xiyanetê ye.
Ji ber vê yekê rayedarên PDK´ê bi qasî rayedarên Tirk aciz bûn. Êrişî gel kirin. Rojnamevanên li herêmê hatin revandin. Gef kirin li malbatên kesên ku beşdarî çalakiyê bûne.
Nêçîrvan Barzanî, piştî çalakiyan ji dewleta Tirk a ku Kurdan dikuje, doza lêborînê kir. Barzanî, ji kujerên Hisên Rêkanî yê 13 salî lêborîn xwest. Lê ji bo sivîlan, ji bo êrişan ti tişt negot. Got, “ji ber ku PKK li wir e, sivîl têne kuştin.” Serokkomarê Tirk Erdogan jî dibejê, “ji ber ku PKK heye Kurd têne kuştin.” Sedam jî digot, “ji ber ku PDK û YNK hene Kurd têne kuştin”.
Di van daxuyaniyan de careke din xuya dike ku rêveberiya Tirk û ya Hewlêrê, li hemberî Kurdan gotinên xwe kirine yek!
Başûrê Kurdistanê ne tenê axa Neçîrvan Barzanî û PDK´ê ye. Ew der, welatê hemû Kurdan e. Û hemû Kurd dikarin lê bimînin, bijîn. Yên ku Kurdistanê parçe dikin, dijminên Kurdan in û hêzên dagirker in. Di salên 1970´yî de rêveberên PDK´ê dema ji Sedam reviyan berê xwe dan Bakur. Di dema Enfalê de dîsa wisa kirin. Mafê wan e. Kesî negot hûn çima tên Bakur. Beriya wê rêveberên PDK´ê berê xwe dan Rojhilat. Mesûd Barzanî bi xwe dibêje, “Ez li Mehabadê hatimê dinê.” Rayedarên PDK´ê dema ku bi kêra wan tê, dibêjin, “hemû Kurdistan”, lê dema ku bi kêra wan nayê, dibêjin “Kurdistan tenê gundê me ye, û tenê ya me ye.” Kurd jî vê yekê qebûl nakin û serhildana Şêladizê jî ev yek nîşan da.
Dewleta Tirk dijminê hemû Kurdan e. Dijminê PDK´ê ye jî. Lê niha li hemberî Kurdan PDK´ê bi kar tîne, ji ber vê yekê xwe weke dost nîşan dide. Nêçîrvan Barzanî jî weke qeyûmê Erdogan dest daniye ser Başûr. Wezîrê Parastinê yê Tirk Hulusî Akar, roja 29´ê Çile got, “Em ji rêveberiya Erbîlê razî ne.” Akar dibejê, wan ji bo me tedbîr stendine ji ber wê, “em ji wan razî ne.” Çima razî nebe! Tiştên ku leşkerên Tirk dikin, rêveberiya Hewlêrê jî dike.
Binêrin dema referandûma qaşo ji bo serxwebûna Kurdistanê, herî zêde dewleta Tirk acizî nîşan da. Erdogan wê demê henekê xwe bi Mesûd Barzanî kir. Ma PKK´ê referandûm organîze kir? Her wiha di dagirkeriya Kerkûkê de dewleta Tirk bi rola sereke rabû. Ma Kerkûk a PKK´ê bû?
Rêveberiya PDK´ê jî van tiştan dibîne, ne ku nabîne. Lê rêveberiya PDK´ê berjewendiyên xwe di hevkariya Tirkan de dibîne. PDK naxwaze partiyeke din a Kurd mezin bibe û naxwaze Kurdistan azad bibe. Ew dixwazin weke şirketekê Kurd û Kurdistanê bazar bikin.
Belê rast e; siyaset û dîplomasî li ser têkilî, berjewendî û hesaban tê kirin. PDK jî dikare bi dewleta Tirk re têkiliyan dayne. Dikarin bi hev re karan bikin. Lê dema ku ev hevkarî li dijî berjewendiyên Kurdan be, ev nabe dîplomasî, ev dibe xiyanet. Di siyasetê de pîvanên insanî, heysîyet û şeref nabe mijara bazarê. Dema ku dewletek were insanên te qetil bike û tu jî di ser de rabî lêborînê ji kesên kujer bixwazî û kesên mexdûr ên ku hatine qetilkirin, tewanbar bikî, wê demê tu bûyî amûr. Wê demê te pîvanên esasî danîne aliyekî. Rewşa Nêçîrvan Barzanî jî ev e.
Di vê bûyerê de careke din xuya bû ku, bi taybetî li Başûr êdî maneya baregehên artêşa Tirk nemaye. Ji ber ku rayedarên asta jor bûne xebatkar û qeyûmên dewleta Tirk. Heta ku ev heqîqet têk neyê birin û belavkirin, mixabin wê dewleta Tirk li vir hespê xwe bajo! Pêwîst e ku ew kesên ku li vî hespî siwar bûne, di siyaseta Başûr de têk bê birin.