Ji ber bermahiyên ku tên avêtin bêhneke pîs ji çem tê. Çem di taxên Yeşîldere, Îpek, Gungor û Yenîmahalleyê re derbas dibe, ji navenda navçeyê digihîje Nehilê û herî dawî diherike nav ava Zê. Di Çêm de berê masî hebûn û gel diçû seyranê li peravên wî, piştî ku navçe mezin bû, çem veguherî avake ku jê nexweşî belav dibin. Di serî de bermahiyên ku yekîneyên leşkerî, avahiyên dora çem diavêjinê û ava lexemê jiyan di çêm de nehiştin. Tekîldarî mijarê şaredariyê gelek caran ji Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) re nivîsandiye û xewstiye çem bê paqijkirin, lê ligel vê yekê DSÎ'yê çareserî di xirakirina Navenda Kar a Îranê de dît ku lê kargehên welatiyan ên bi tapo hene. Dikandarên li navanda kar anîn ziman ku ew tu maneyê nadin xirakirina pasajê. Dikandar bawer dikin ku heke pêşiya bermahiyên leşkeriyê bê girtin û welatiyên li derûdorê dijîn, bên agahdarkirin, pirsgirêk wê bê çaraserkirin.

Ji esnafên pasajê Metîn duman diyar kir ku riya çareseriyê ya DSÎ'yê ya rûxandina pasajê dê 200 dikandaran mexdûr bike û wiha peyivî: "ev salek e, em li vir in. Her kargeh herî kêm 15 kesan xwedî dike. Li vir qederê 200 kesî debara xwe dikin. DSÎ'yê gotiye ku pasaj wê bê rûxandin û careke din pasaj nayê çêkirin. Gelo DSÎ'î ya ku dixwaze dikanên me xira bike dê çi ji kargehên me yên bi tapo bike. Divê yan tazmînatê bide yan jî îstîmlak bike. Lê DSÎ ji bo ku pereyan nede me bi zanebûn çem paqij nake. Em ê destûrê nedin ku pasaj bê rûxandin."
Dikandarekî din ê bi navê Cevdet Kahraman jî anî ziman ku texrîbatên çemê Nehîl, ava Zê û çemê Yenîkopruyê jî digire nava xwe û wiha axivî: "Li ser çem keriyên pez û dewaran hene. Ji ber qirêjbûna çem sewal nexweş dibin û telef dibin. Ji ber şîr û goştê wan, sewal mirovan jî nexweş dikin."
Welatiyê bi navê Mehmet Kendal jî da zanîn ku welatî ji ber bêhna ji çem tê riya xwe diguherînin, gel ji vê yekê pir aciz e. Kendal got, çem di navenda sûkê re derbas dibe û nêzî mizgeftê ye; gel ji vê yekê gelekî aciz dibe. Kandal bilêv kir ku kesekî ku bixwaze di Pira Azadî re derbasî aliyê din bibe ji ber bêhnê riya xwe diguherîne û 2 kîlometre rê diçe, piştre derbas dibe.
Hevşaredarê Geverê Tacattîn Sefali têkîldarî mijarê got, bi salan e têkoşîna îslehkirina çem heye û DSÎ ji wan re dibêje piştî ku avahiyên li wê derê xira bikin ew ê çêm paqij bikin. Sefali wiha dawam kir: "Ji bo çem di 2010'an de pêşniyar hate kirin û giştîname hate derxistin. Di hevdîtinên me yên li Enqere û Wanê de bi rayedaran re ji me re hat gotin, avahiyên li derûdorê wê werin xirakirin û piştre çem were îsleh kirin. Lê ev avahî hatine çêkirin û tapoyên wan hene. Heke DSÎ cih bide me em dikarin wê demê van cihên bi tapo bikin yên cemaweriyê wekî din em nikarin. Wekî din em nahêlin ev der bê rûxandin.

'Paqijkirina çem ne karê me ye'

Der barê mijarê Midûrê Şaxa 174'emîn a DSÎ'yê Kerîm Akbulut diyar kir ku tiştekî ew bikin nîn e, tişta ew bikin li dora çem diwar çêkin. Akbulut îdia kir ku ji bo rewşa çem biguhere divê avahiyên li wir bên xirakirin. Akbulut bilêv kir ku paqijkirina çem karê wan nîne.

SAMI YILMAZ/DIHA - COLEMÊRG