Di mêjiya Kurdan de ev êş tu car wenda nabe lê, dîsa jî em wek mînak, çend bûyer bibîrbînin. Heta sala 1995 wan dema, her komcivînan partiyên siyasi dibûn sedema jêpirsînê ku, "ka çima ala Tirk di kongreya we de piçûk e?", "Ka çima li ne li jor e û li jêr e?", "Ka çima sûreta Atatürk piçekî xwar hatiye daliqandin?" û her wekî din... Her car jî ji ber van yekan ciwanên Kurd hatin binçavkirin, hetin girtin, hin caran jî wek terorîst hatin binavkirin û kuştina wan rewa bû... Di sala 1995 de li komcivîna DEP'ê hê jî wek bîranîneke zindî di hişê her Kurdekî de ye. Li wê komcivînê çend kes ji bo ala Tirkan ji rastî şîdeta dewletê, ji rastî îşkenceya polêsê hatin, çend kes bi zorê xwe avêtin dervayî Tirkiyê, çend kes jî bi salan di girtîgehan de man... Me jî filîmeke sînemayî çêkir. Êhtimalek hin xwandevanên me bizanibin, filîma Siwarê Şîn, anko "Mavî Ring"... Li filîma me, di xuyanga dawî de, li girtîgehê, aleke Tirk ya bi êhtişam dixuyê, û di bin wê alê de jî, îşkenceyên ku li ser dîlên Kurd û şoreşger tên şixulandin û berxwedaniya şoreşgeran tevde tê li ber çavan. Ji bo vê xuyangê; li Antalya hindek ma ku rasterast laşê me hildin bin lingên xwe, me lînç bikin, li Îzmir û li hin cihên din jî bi gotinên nijadperestiyê ve me ço kirin.
Doh nin pêr jî ev yek dîsa di rojevê de bû. Vê car jî, serlêdaneke wisa kirin, di civîna Namzetê Serokdewletî yên Gelan Selahattin Demiştaş'ê de dîsa ew beredayîtî ji nû ve pijandin û anîtin li ser sifrê. Lê vê car ev jêpirsîn bêhneke ewqasî kotî da ku hemû rojnamegerên Tirk jî ber vê pirsê ruyê xwe tirş kirin. Lê ji her tiştî girîngtir, bersiva Selahattin demiştaş bû. Bersiva Demirtaş di heman demê de aşkere kir ku, pirsên bi vî rengî êdî nikarin Kurd bitirsînin û Kurd ji ber van pirsan xwîdan nade. Gotinên xwe êdî rasterast dibêje, nirxandinên xwe êdî bi şêwazekî "serî li jor" dike û bi sedema van gotinan êdî hêstên xwe û fikrên xwe yên şoreşgerane êdî hê xurt bilêv dike. Selahattîn Demîrtaş bi sedema vê pirsê, sosretiya pergala desthilatdariyê desxist polê û nîşanî her kesî da. Demîrtaş got: "Heta niha yên ku karên qirêj û karên veşartî dikirin, ji bo veşartina qirêjiya xwe ala Tirk bikar anîn. Em vê yekê naxwazin, lê naxwazin ev al bibe sedema hêsaniya îşkencekirinê jî..."
Ev şêwaz, ev uslûp, ev tarz û ev hişmendî, ev nêzikahî, îro çend roj e dişopînim, (yên rewşembir di heman demê de nêrîna xwe aşkere kirin û nêzîkahiyeke ecibandina Demirtaş'ê diyar kirin lê), hişê hemî siyaseta Tirk tev li hev kiriye. .
Lê ev erdhêjî, hê nû destpê dike...
Heta ku, bi rûberû hatinê ve qirêjiya ew alê were paqijkirin...
Qirêjiya alê
Her ku Kurdek karekî siyasetê an jî hunerê bike, yên nijadperest jî nekaribin ew kar reş bikin, her car serî lê didin pirsên neyartî û dest bi jêpirsînên beredayî dikin. Ev şêwaz, ji destpêka damezrandina Tevgera Azadiya Kurdistan vir ve, li alî Tirkiyê, bûye wek şêwazeke nijadperestî ya rewa... Her ku partiyên siyasî komcivînên xwe bikin, her ku saziyên Kurd li cihkî kom bin û karekî hunerî çêkin, hin car bi bahaneya şiklê al, hin car jî tunebûna ala Tirk dibe hincetiya jêpirsînan. Birastî jî ev refleksê nijadperestan, êdî tama nexweşiyeke giran da bû...