4ʼê Gulanê rojeke weke îro sala 1937´an bi biryareke wezîrên Meclîsa Tirkiyê bi biryarnameya “li Dersimê Tenkîl” dest bi qirkirina Dersimê kirin. Li gorî belgeyên fermî yên dewletê 16 hezar û li şahid û gotinên gel piranî kal û pîr, zar û zêç 70 hezar mirov di şikeftan de li ber devê çeman hatin kuştin û gundên wan bi serê wan de xira kirin. Çekên kîmyewî hatin bikaranîn û ji bo fîşekên wan ziyan nebin, gelek mirov di serê newalan re avêtin xwarê yan jî xistin şikeftan û devê şikeftan li wan girtin û di hundir de fetisandin. Dersimiyan jî ev felaketa bi destê dewleta Tirk weke “Tertele” bi nav kir. Ev peyv tê maneya tofan, felaket, hilşweşîn û tinekirinê. Rojeke reş e. Rojek e ku gotin kêm dimînin ji bo wê îfade bikin. Piştî qirkirina Ermeniyan weke qirkirina herî mezin a di dîroka Tirkiyê de cih digire. Dewleta Tirk hê jî lê mikur nayê.

Li ser vê qirkirin û tertelê ye, parlementerê HDPê Alîcan Onlu ji serokkomariya Tirkiyê pirsî;  hûn ê zordestî û asîmîlasyona li ser xelkê Dersimê yê hatiye qirkirin, bi dawî bikin û mafên wî bi awayekî qanûnî misoger bikin?

Onlu 15 pirs ji serokkomar kirin û xwest dewleta Tirk bi rastiya qikirin û terteleya 1937-38 a li ser gelê Kurd ê Elewî re were rûhev.

 

 ENQERE