Dewleta Tirk a bi buharê re nikare xwe li ber gerîlla bigire, di qada siyasî de êrişî Kurdan û demokratan dike û dixwaze di qada siyasî de Kurdan qir bike. Ji bo vê jî doh dewleta Tirk bi ser saziyên jinan û Kurdan de girt û hevserokên DBPê jî di navê de 18 kes xistin nezaretxaneyan.

Dewleta Tirk a dagirker û înkarker di çarçoveya kirinên xwe yên ji dijminatiyê jî wêdetir de êrişî siyaseta legal a Kurdan dike. Gerîlayên Kurd bi biharê re berxwedana xwe ya li dijî dagirkerî û mêhtingeriyê mezin kirin. Dewleta Tirk a îddîa dikir ku hêzên gerîlla qedandiye, xwe nikare li ber vê bigire û ji ber vê yekê jî êrişên xwe yên li ser sazî û dezgeyên civakî yên Kurdan giran dike. Bi vê armancê, dewleta tirk dixwaze di qada siyasetê de jî qira Kurdan bîne. Doh hêzên dewleta Tirk bi bahaneya lêpirsînekê, dest bi tevgereke dagirkeriyê kir. Polîsên dewleta Tirk a dagirker avêtin ser malên aktîvîstên Tevgera Jinê ya Azad (TJA) û Komeleya Jinê ya Rosa. Serdegirtin doh serê sibehê saet di 04:00 de pêk hat û bi saetan li malan lêgerîn kirin.

   

Li navçeya Karakopru ya Rihayê di sergirtinê de endama damezrîner a Komeleya Jinê ya Rosa Narîn Gezgor, li Amedê jî endama damezrîner a Komeleya Jinê ya Rosa Ayla Akat Ata, Seroka Komeleya Jinê ya Rosa Adalet Kaya û aktîvîsta TJA'yê Gulcîhan Şîmşek û Zelal Bîlgîn, Hevserokê berê yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Ozlem Gunduz, Hevserokên HDP'ê yên Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya, endamê HDP'ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarê Kurd Celal Yoldaş û Nazîle Tûrsûn xistin nezaretê.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran jî di çarçovaya operasyona li Amedê de hat binçavkirin. Kiran birin Miduriyeta Polîsan a Amedê.

Navên kesên birine nezaretxaneyê: Endamên Avakara Komeleya Jinan a Rosa Narîn Gezgor û Ayla Akat Ata, Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad ( TJA) Gulcîhan Şîmşek û Zelal Bîlgîn, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Mehmet Arslan, endama Desteya Rêveber a Navenda (MYK) ya HDP’ê Ozlem Gunduz, Hevserokên Rêxistina HDP’ê yên Yenîşehîrê Remziye Sizici û Kasim Kaya, endamê HDP’ê Mehmet Alî Altinkaynak, siyasetmedarên kurd Celal Yoldaş û Nazîle Tûrsûn, Rêvebera Komeleya Jinan a Rosa Fatma Gultekîn. Endamên Meclîsa Şaredariya Rezanê Huseyîn Harman û Gonul Aslan, endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Sevim Coşkun, endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Nevriye Çûr û endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran.

Polîsên dewleta Tirk a dagirker avêtin ser Komelay Jinan a Rosa. Polîsan derî şikandin, bi vî rengî ketin hundir, lêgerîn kirin û dest danîn ser ewraqên qeyidkirî hemûyan.

Komeleya Jinê ya Rosa li ser hesabê medya dîjîtal daxuyanî da û got, "Di vê demê de ku tundî li jinan tê kirin, komeleya me ji roja ku ava bûye û heta niha bêrawestan xebitî û têkoşiya. Em vê bêhiqûqiya ku li dijî komeleya me tê kirin qebûl nakin. Em ê li ber siyaseta zext û tunekirinê ya sîstema serdest a mêr a li dijî destketiyên jinan û têkoşîna jinan serê xwe netewînin û têkoşînê hîn bi xurtî bidomînin. Em bang li saziyên jinan hemûyan dikin ku piştgiriya Rosa bikin. Hevalên me yên hatine binçavkirin divê tavilê bên berdan."

 

NAVENDA NÛÇEYAN