Li navçeya Agiriyê Giyadînê di serdegirtina malan de hilbijêrên DBP’î jî di nav de 25 kes hatin binçavkirin. 
Li Giyadîna Agiriyê danê sibehê bi awayekî hemwext polîsan bi ser gellek malan de girt. Wekîlê Şaredarê Giyadînê Mûstafa Alpaslan, Serokê Kooperatîfa Esnafan Nûrî Ozden û xebatkarên şaredariyê jî di nav de 25 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin li Muduriyeta Polîsan a Navçeyê hatin ragirtin. 


Hevşaredarê Qelqeliye hat binçavkirin

Polêsên dewleta Tirk doh sere sibê bi ser mala Hevşaredarê Navçeya Wanê Qelqeliyê Şerafettin Ozalp de girt û Ozalp kir bin çavan. Nehat zanin ka Ozalp çima hatiye binçavkirin. Polêsên Tirk Ozalp bir Midûriyeta Polêsan a Wanê. 
Li Erziromê jî di 10’ê Tîrmehê de polêsan li kolana Cumhuriyetê 5 kes kirin binçavan û sewqî dadgehê kirin. Ev her pênc bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Yunus Seven, Murat Bulbul, Unal Guneş, Savaş Çîftçî û Ozcan Acar ên hatin girtin şandin Girtîgeha tîpa H a Oltu ya Erziromê. 
Li Stenbolê jî ji ber heman lêpirsînê Çayan Kahraman hat binçavkirin û bi heman îdîayê hat girtin. 


 NAVENDA NÛÇEYAN