Qirrkirina daristanan qirrkirina Kurdan e
KCK’ê li dijî şewitandina daristanên Kurdistanê bi destê dewleta Tirk, bang li her kesî kir ku bikevin nava liv û tevgerê.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber şewata li daristanan ku dema dawî zêde bûne, daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze qadên herî bedew ên Kurdistanê bê daristan bihêle.
KCK’ê bal kişand ser şewata daristanan ku ji Dersimê heta Amedê, ji Botanê heta Qendîlê dewam dike û destnîşan kir ku şewitandina daristanan sûcê li dijî mirovahiyê ye. KCK’ê da xuyakirin ku Yekîtiya Ewrûpa, Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Neteweyên Yekbûyî ji ber bêdengiya xwe şirîkê vî sûcî ne û li dijî şewata li daristanan banga hewldanan kir.
Ji xwe re kiriye kar
KCK’ê got, şewitandina daristanan sala 2018’an di astekê de ku berê nehatiye dîtin bi destê dewleta Tirk tê kirin û wiha dewam kir: “Ji Dersimê heta Amedê, ji Botanê heta Qendîlê li qadeke ji hezara kîlometreçargoşeyî bi amûrên şer daristan hatine şewitandin û şewat hîna jî dewam dikin. Hem mirovên hewl didin şewatê vemirînin tên astengkirin, hem jî bi balafir û helîkopterên şer bomberdûmana li daristanan dewam dike. Her bombe û fîşeka diteqe dibe sedem ku şewateke din rû bide; Cegera gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, dikin komir. Bi vî rengî dixwaze jîngeha gel tine bike û Kurdistanê bê mirov bihêle.”
KCK´ê îşaret bi cotstandaritiya dewleta Tirk a beramberî xwezaya Kurdistanê jî kir û got,”Ne tenê dar, her wiha zindiyên li nava daristanan jî ji holê tên rakirin. Vê yekê jî ji bo tinekirina zemîna civakî û xwezaya ku gerîla pişta dispêriyê, dike; hewl dide Kurdistanê bike cihekî jiyan lê nebe.”
Dixwazin bikin çol
KCK´ê got, Dêrsim li navenda van êrişan e wiha dewam kir: “Dêrsima ku serê xwe natewîne û teslîm nabe, dixwazin bi vê şewatê bikin cihekî ku jiyan lê herimiye. Dersimiyên ku salên 1990’î bi şewitandina gundan koçberî li ser wan hate ferzkirin, niha jî bi şewitandina daristanan hewl tê dayin ku ji cih û warê xwe derkevin. Lê li Dêrsimê bi kêfxweşî li şewatê temaşe dike. Ev yek jî nîşan dide bê bi çi rengî nêzî Dersimê dibe.
Dersim yek ji deverên herî bedew ên erdnîgariya Kurdistanê ye.
Botan weke cihê herî bedew ê erdnîgariya Kurdistanê tê naskirin. Amed yek ji bajarên me yên qedîm e ku weke dilê Kurdistanê tê dîtin û timî dibe hedefa mêtingeriya qirker. Bi şewitandina daristanan re dixwazin vê erdnîgariyê bikin çol. Qirkirina Kurdan bi sûcê qirkirina xwezayê re gihandine qonaxeke nû. Mixabin hemû cihan bi şermeke mezin tenê li vî sûcî temaşe dike. Bi vî awayî sûcên li dijî mirovahiyê bê ceza dimînin.”
Bêdeng jî hevparên sûc in
KCK´ê îşaret bi bêdengiya sazî û hêzên navneteweyî jî kir, û got, ev bêdengiya NY, YE û saziyên mayî wan dike hevparê vî sûcê li dijî mirovahiyê yê Tirkiyeyê. KCK´ê wekî din got, ji ber ku ev welatên mîna DYE, endamên YE´yê ji ber ku wan helîkopter, balefir û sîlehan didin Tirkiyeyê ku ew bi wan daristanan dişewitîne, sûcê wan ê hevpariyê girantir jî dike û wiha dewam kir: “Şewitandina daristanan ne tenê li gorî qanûnên Tirkiyeyê, li gorî qanûnên navneteweyî jî sûc e. Ji bo vê jî, em bang li hemû sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku ji bo van şewatên daristanan ên li hemû Kurdistanê, rabin ser piyan.”
Rabin ser piyan
KCK´ê ji hemû alî û deredoran û her mirovî xwest ku li dijî van şewantên dewleta Tirk wan di destpêkirin, dengê xwe bilind bikin û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Gelê Kurd, ciwan û jin jî ji bo van şewatên daristanan, divê nesekinin, bi kuling, bêr û hemû derfetên xwe ber bi cihê şewatê ve bimeşin û şewata li daristanan divê bi yek destî bitemirînin. Qirkirina daristanan a bi şewata daristanan qirkirina Kurdan e. Çawa ku em li dijî qirrkirina ku bi zextê, zilmê, şer û qirrkirina çandî derdikevin, em li dijî qirrkirina sirûştê jî rabin ser piyan, em nehêlin ku warên me yên jiyanê ji holê werin rakirin.” ANF/BEHDÎNAN