Meclîsa Gelê Kurd a Londonê, êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’ê Tebaxê ya li Şengalê û qirrkirina piştre, bi pêşandaneke şanoyî protesto kir.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina Qirrkirina Şengalê, didomin. Bi pêşengiya Meclîsa Gel, Meclîsa Jinê ya Roj û Meclîsa Ciwanan a Ozgur Ronî li paytexta Ingilîstanê Londonê, li qada Camden Town ku yek ji herêmên herî qerebalix e, çalakiyeke protestoyî pêk hat.

Di çalakiyê de çeteyên DAIŞ’ê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, hatin şermezarkirin û ji bo HPG, YPG/YPJ’ê yên li dijî çeteyan şer kirî, dirûşm hatin gotin.

Di çalakiyê de wêneyên qirrkirinê hatin nîşandan û şanoyeke kolanê ya Komîsyona Çandê ya Meclîsa Gelê Kurd hate pêşandan.

Di lîstika şanoyê de Fermana li dijîê Êzîdiyan û destwerdana HPG’ê ya li komkujiyê hate vegotin. Vê şaniyê gelekî bala mirovên li derdorê kişand.

 ANF/LONDON