Fermandariya YJŞ û YBŞ'ê der heqê Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî ya 12'ê Mijdarê destpêkirî de daxuyaniyek weşand û got; “Ev operasyona me ku rizgarkirina gundên Êzidxanê armanc dike ji çend pêngavan pêk tê. Pêngava yekemîn girtina gundên Sikiniyê, Heyalê û xeta navbera geliyê Şilo û sêgoşeya Sewra bû. Ev herêm ji bo me gelekî girîng e. Ji ber ku girtina vê qadê, girêdana çeteyan a bi çiyayê Şengalê ve qut dike û xeta navbera Şengal û Medîvanê jî dike yek.“
Fermandariya YJŞ û YBŞ'ê da zanîn ku niha ew paqijkirina van deran pêk tînin û got, "Niha li cihê ku me girtiye, em çeper, satirên xwe çêdikin û qadên ku di destê me de ne em paqij dikin. Em niha derbasî merheleya saxlemkirina cihê ku hatine girtin dibin."
Di dawiya daxuyaniyê de FermandariyaYJŞ û YBŞ´ê destnîşan kir ku heta pêkanîna van karan, pêşveçûna operasyonê hatiye sekinandin, lê operasyon li dijî çeteyên hov bidome û got; “Heya rizgarkirina hemû gund, jin û zarokên Êzîdxanê em ê têkoşîna xwe bidomînin."
ŞENGAL