Fermandariya Giştî ya YPG’ê, encamê Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo, li gundê Xêbişê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re aşkera kir.Di civîna ku gelek rojnamevanên xwecihî û biyanî lê amade bûn de, Berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl û li ser navê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Hevro Kîno Gabrîal daxuyanî dan.

YPG’ê da xuyakirin ku qonaxa destpêkê ya Pêngava Fermandar Rûbar di 21’ê Gulanê de bi awayekî serketî bi encam bûye û bîlançoya 15 rojan aşkera kir. Li gorî vê yekê, di vê demê de 532 çete hatine kuştin, 146 ji cenazeyên wan ketine destê YPG’ê û 2 çete bi saxî hatine zevtkirin.


6’ê Gulanê dest pêkir 21’ê Gulanê bi encam bû

Berdevkê YPG’ê Xelîl, der barê bîlançoya qonaxa yekemîn a pêngavê de ev agahî parve kir: “Qonaxa yekemîn a pêngava me ya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîre hatibû destpêkirin bi awayekî serketî bi dawî bû.

Pêngava me ya ku azadkirina Çiyayê Kezwanê ya ku wekî beregêha navend a çeteyên DAIŞ’ê bû, herêma stratejîk a Alya û gundên ku bi armanca qirkirina gelên me yên Asurî hatibû dagirkirin hedef digirt bi serketineke mezin bi dawî bû ye. Qonaxa yekemîn a pêngava me ku 6’ê Gulanê destpêkiribû, tevî hemû xebatên astengkirina çeteyên DAIŞ’ê 21’ê Gulanê bi encam bû ye.


Navenda perwedekirina çeteyên DAIŞ’ê bû

Rêdûr Xelîl destnîşan kir ku ev qad, ji bo hemû êrîşên çeteyan ên ku di serî de Şengal, Cezaa, Til Hemis, Serêkaniyê, Til Temir û Hesekê dihatin rêxistin kirin wekî qadekî navend bû û wiha domand:” Ev qad di heman demê de qada perwerdekirina çeteyên ku van êrîşan lidarxistin bû. Dîsa çeteyên ku di şerên kantonên Cizîr û Kobanê de birîndar dibûn li vê herême dihatin dermankirin. Ji ber vê girîngiya vê qadê, çeteyan ji bo ji dest xwe de bigrin gelek hewldan pêşxistin. Çeteyan bi vê armanca li herêmê derdora 6.000 mayin çandin û gelek hêz û çekên giran ji cuda cuda herêmên Surî û Iraq anîn vir.”


Hemû pêkhateyan roleke çalak lîst

Xelîl bi bîr xist ku hemû pêkhateyan di rizgarkira navendan de bi awayekî çalak cihên xwe girtine û got:”Hêzên me tevî vê jî bi pêngavên taktîkî yên xurt re xetên parastina çeteyan şikandin, komên çeteyên ên hejmara mezin dorpeçkirin û bi saya werêkiya şervanên me yên leheng derbên giran li çeteyan xistin. Pêkhateyên Kurd, Ereb, Asûrî, rexistinên dost û hêzên Asayîşê bi awayekî aktîf tevlî pêngavê bûn û koalîsyonê li dijî DAIŞ’ê jî tevlîbûnek girîng nîşan da. Bi vî awayî hêzên me derbên herî giran li çeteyan xistin.”


’Kampê wan a herî mezin hat bidestxistin’

Rêdûr Xelîl da xuyakirin ku ev der ji bo çeteyan navendekî stratejîk bû e bi binketina li wê derê xeyale wan a serdetbûna heremê jî têkçûye û wiha pê de çû:” Li vê qadê ji bo çeteyan gelek stratejîk e hêzên me 3 kampên çeteyan ên ku ji kampên çeteyan ên herî mezin ên li Surî bûn bi dest xistin. Di direjahiya pêngava me de bi qasî hatiye zelalkirin 532 endamê çeteyan hatine kuştin, tevî termê 146 çeteyan gelek çek û cebilxane hatine bi dest xistin.”


’Bi saya şehîdên me’

Her wiha Rêdûr Xelîl şervanên ku di Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de jiyana xwe dest dane jî bi bîr anî û bi lêv kir ku serketin bi saya lehengiya şehîdên wan çêbûye. Xelîl wiha dewam kir: “Bi vê munasebete em di serî de Şehîd Rûbar, Brûsk Amed, Ciger Qamişlo, Zîlan Întîkam, Hêvî Gever Marînos, şervanê enternasyonalîst Aryel Kobanê û 46 şehîdên xwe yên ku pêngava me gihandin serketinê bi rêz silav dikin. Em pir baş dizanin ku xwedî derketina li bîranîna van şehîdan bi şopandina rêya wan a bi şeref dibe. Em şehîdên xwe encex ew erka parastina gelê me ku pe rabûne bianîna cih ve dikarin bidin jiyîn. Em vê serketina mezin, dikin diyarî ji hemû şehîdên xwe yên bi armanca damezrandina pêşeroja hevpar a gelên me xwe feda kirine.”


Bîlançoya 15 rojan

Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl bîlançoya qonaxa yekemîn a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo jî eşkere kir û wiha got: “Hêzên me di nava van 15 rojan de qadê ku 1.100 kîlometrekare de 221 gund û hejmarek zêde ya gundikan azad kirin.Di pevçûnên van 15 rojan de bi qasî hatiye zelalkirin 532 endamê çeteyan hatine kuştin. Termê 146 çete ketine destê hêzên me û 2 çete jî bi saxî hatiye girtin. Gellek çek û amûrên şer di pêngavê de hatine rûxandin û gellekçek û cebilxane jî hêzên me  bi dest xistin. Di nava 15 rojan de 53 maşîneyên leşkerî yên çeteyan jî hatine rûxandin. Ji van maşîneya 3 ya doçka 12,5 mm, 4 ya doçka 14,5 mm û 3 jî ya doçka 23,5 mm ye. Dîsa 14 maşîneya teqemenî barkirî, 1 tang, 2 panzer, 1 TIR, 1 kemyon, 1 treks û hejmarek zêde çek û cebilxaneya van çekan hatine rûxandin.” 


 ANHA/TIL TEMIR




YPG: Qonaxa duyemîn didome


Navenda Çapemeniya YPG’ê derbarê 24 saetên dawî yên Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ku li Kantona Cizîrê li dijî çeteyên DAIŞ’ê hatibû destpêkirin de, daxuyaniyek weşand. Di daxuyanî de hat gotin ku hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya ku bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 21’an de bi serkeftî berdewam dike. Daxuyanî wiha dewam kir:” Pêşveçûna hêzên me ya ku di qonaxa yekemîn a hemleyê de çiyayê Kizwanan, sêgoşeya Alya û gundên Aşûrî yên ku li ber ava Xabûr hatibûn dagirkirin azad kiribûn bûn, berdewam dike. Di çarçoveya merhaleya duyemîn a hemleya me de hêzên me operasyonên xwe ya li başûr rojavayê Serêkaniyê bi awayekî serkeftî didomînin.

Piştî gundên Şara û Til Qilea yên ku şeva berê ji aliyê hêzên me ve hatin azadkirin, bajaroka Mebrûka ketibû dorpeçê û hêzên me ji bo rizgarkirina Mebrûka pêr operasyonek lidar xistin. Komên çeteyan ji bo vê dorpeça li ser Mebrûka bişikînin pêr siharê li hemberî gundê Ebû Şexat êrîşek li dar xistin. Hêzên me bersivek tund dan çeteyan û êrîşa wan şikandin. Di van pevçûnan de qasî hatiye zelalkirin 5 endamên çeteyan hatin kuştin.”

Navenda YPG da xuyakirin ku komên çeteyan ber bi êvarê ve jî bi 2 maşîneyên teqemenî barkirî li hemberî gundê Şara êrîşek lidarxistine û hêzên wan ev maşîneyên teqemenî barkirî bêbandor kirine û êrîşa çeteyan şikandine. Her wiha di daxuyaniyê de hat xuyakirin ku di pevçunên Mebrûka û derdora wê de 4 şervanên  YPG  ku ji roja ewil a Hemleya Fermandar Rubar Qamişlo vir ve bi vîn û xwestekekî mezin şer dikirin, gihîştine şehadetê.