Plansaziyên ji bo paşerojê xwe bi zanînê, lê jê wêdetir bi baweriyê gurçûpêç dikin. Ji bo xwegihandina armancê jî amûr û wasiteyên xwe çêdikin. Dema rê dirêj bibe, bi giranî amûr an jî wasite têne guhertin. Ji ber ku xwe dubare dikin. Lê eger neyên guhertin, heye ku amûr û wasite şûna armanc û menzîlê bigirin. Yên xwe neguherin, dûr nêz wê fêhm bikin ku rêya ketinê êdî korxet e.

   

Tevgera PKK´ê 41 salên xwe temam kirin û dikeve 42 saliya xwe. Tevgera PKK´ê ya ber li xwe fireh kiriye, weke Tevgera Azadiyê jî tê binavkirin. PKK tevgereke kadroyî ye û li ser vî bingehî xwedî rêzikname û bername ye. Dema hat avakirin, li gorî şert û mercên wê demê reng wergirt. Lê li gorî şert û mercan jî zanîbû xwe biedilîne û li gorî wê jî bifesilîne. Tevî vê yekê jî li gorî hevçerxên demê jî qonaxên girîng li pey xwe hiştin û di hinek waran de guhertinên stratejîk kirin. Di avabûn û çêbûna PKK´ê de rol û rista Rêber Apo diyarker e. Ji lewra jî endamên PKK´ê wê weke tevgereke Rêbertiyê jî bi nav dikin. Aliyekî wê li ser rêûresma Rojhilata Navîn a peyamberiyê dimeşe û aliyekî din jî xwe di warê teorîk de di gelek çemên fikrê de dadike.

PKK´ê bi pêvajoya Îmraliyê re gavavêt qonaxeke girîng a guhertinê. Hem piştî bidawîbûna duqutibbûyî ya li dinyayê valatiyeke mezin a îdeolojîk rûda, hem jî piştî esareta Rêber Apo tevlîheviyek hebû. Di nava van şertan de gavavêtina PKK´ê ya qonaxeke nû ya baweriyê girîng bû. Bêguman ji qonaxekê derbasbûna qonaxeke din bi xwe re pirsgirêkên mezin jî tîne. Ji ber ku metirsî heye, di derbasbûna qonaxan de tevger ji hev belav bibin. Bêguman ji bo PKK´ê jî ev tirs û îhtîmal hebû. Herçiqasî di sala 2004´an de pêvajoyeke tesfiyekariyê bi sedema vê guhertinê hat serê PKK´ê jî vê yekê kir ku PKK di warê guhertinê de hişktir bibe. Hemin şert û mercên li herêmê jî ev yek bi xwe re gihandin qonaxeke din.

Tevî ku di dema me ya îro de dema qala PKK´ê tê kirin, navê Qendîlê tê hildan jî di warê fikir û îdeolojiyê de PKK´ê li tevahiya Kurdistanê tovên xwe reşandine. Di vê çarçoveyê de mirov dikare Şoreşa Rojavayê Kurdistanê mînak bide. Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê jî di warê zêhnî de belav dibe. Li beramberî vê xetê, li Kurdistanê di şexsê PDK´ê de xeteke din a muhafezekar û lîberal heye. Ev her du xet reng didin siyaseta Kurdistanê. Halîhazir herdu xet tevî ku dijberên hev in, eger zanibin bi hev re siyasetê bimeşînin wê ji bo Kurdistanê serketinên mezin bi dest bixin.

PKK di îdeolojiyê de hişk e, û di polîtîkayê de nerm e. Li gorî vê jî di nava Tevgera xwe ya Azadiyê de bi giranî weke hindikayî û eqeliyet dimîne. Ev bi xwe re tirsê diafirîne û ev jî sînerjiyekê di nava girseyên wê de ji bo parastinê çêdike. Ev hem bi xwe re muhafezekariyê tîne, hem jî hêza demdirêjiyê çêdike.

Tevgera Azadiyê li Kurdistanê niha hêza herî mezin û berfireh e. Ev ji aliyê îdolojîk-polîtîk PKK´ê dixe tengasiyê. Dike ku di warê pêşengî û rêzaniyê de zehmetiyên stratejîk rû bidin. Di heman demê de Rêbertiya teng herçiqasî aliyekî wê yê ewlekariyê hebe, aliyekî wê yê berevajî jî heye. Rêber Apo bi xwe ev anîbû ziman ku ew bi vê sedemê bûye hedef û êsîr. Ev di heman demê de ji bo Rêbertiya niha ya PKK´ê jî bi vî rengî ye.

Şerê Cîhanê yê Sêyemîn li herêmê û bûyerên bi lez ên diqewimin, destûr nadin PKK karibe hin guhertinan bike. Pirsgirêkên têne paşxistin barê Tevgerê giran dikin. Dihêle gelek tişt xwe dubare bikin û nahêle pêngavên nû yên heyecanê çêkin pêk bên. Ji lewra jî gelek tiştên berê yên divê li dawiyê bimînin xwe ji nû ve ferz dikin. Ji ber vê jî nifş nikarin cihbiguherin.

Hevsengiyên nû yên li herêmê; statuyên li ber hilweşîn an jî şikestinê; rewşa paş ve diçe ya herêmê, firsend û derfeteke mezin ji bo şoreşê diafirîne. Dijberî û berjwendiyên di zikhev de keysa manewrayê dide. Tevgera Azadiyê ya pêşengan amade bike û bi zimanekî hêsan bîrûbaweriya xwe bi lêv bike, wê ber bi qonaxeke pêş ve gavê biavêje.