Her çendî di kurdî de navê cehenemê „dojeh“ jî be, di nava gelê kurd ev de peyva erebî „cehnemê“ rûniştiye û di her warî de tê bikaranîn. Biwêja „qotê cehnimê“ jî ji bo kesên ji salên şêstî û heftê şûn ve dixurifin, bi kirin û gotinên xwe yên ji etîka civakê der dibin bela serê civakê tê bikaranîn.
Di siyaseta Tirkiyê de gelek kes ên ku mirov bikane wan bi vê biwêja „Qotê cehnemê“ bi nav bikin, hene, hem jî bê hêjmar. Ev kesên wiha wek berdevkên derûdorên bê etîk di neynikeke herî şoven û nijadperest de li gel, civak û mirovan dinêrîn, etîka meqamên ew lêne, ji bîr dikin, bi çêr û gotinên tehl êrişên gel û dijberên xwe dikin.
Tevgera Azadî ji bo ku bikane rê li aşitiyê veke, pêşî li kuştin û ruxandinan bigire, çareseriyê li ser bingeheke siyasî û şarezayî bi dest bixe, ev pêvajo da destpêkirin. Lê gelek ji rayedarên serkariya heyî, bê ku hasasiyeta demê, anora gelê kurd û Tevgera Azadî li ber çavan bigirin, bi wîjdanên xwe yên korbûyî, bi helwestên xwe yên provokatîf, bi gotinên xwe yên ji etîka mirovahiyê der derdikevin pêşberê çapemenîyê û gel.
Tevgera Azadî bi awayekî kemilî, bi siyaset û azmûna xwe bawer tevdigere, hîç naxwaze ku dakeve seviya van mirovên ji etîkê der. Lê divê bi kêmasî bersiva van nemirovan bi destê rewşenbîran, xwerû rewşenbîrên tirk bê dayîn. Divê gelê tirk yan ji ronakbîrên wan ji wan re bibêjin: „Edeba xwe biparêzin!“ Lê na, rengekî din heye.
Wî mirovê ku carna rola polîsê baş wergirtibû, li çavên cihanê nêrî, bê ku ji cihanê û temenê xwe şerm bike, bê ku etîka polîtîka û meqamên lê, bîne bîra xwe, ji nirxê gelê me yê herî pîroz, ji gerîlayên roniya çavên me re gotibû: „Heta dojehê rêya wan heye …!“ Li hemberê vê bêsinciyê mafê gelê me jî heye ku wê biwêja ji bo kesên di wî salî de dixurifin, ji bo wî jî bikarbîne. Ku mirov bersiv nede, wê kesên wiha zêde bim. Gotineke gelê me ya wiha heye; „Ev zimanê me jî nebe, qijik û qertel çavê me derdixe!“ Eger bersivên tund neyê dayîn, wê „Qotên cehnemê“ zêde bin, dê wekî koroyê êriş bikin.
Cejna ziman.
Ji ber ku di Ozgurpolîtîkayê de niviseke gelek xwirt derket, di warê girîngiya ziman de pêdivî bi şiroveyên kûr nemaye. Tenê hevîya me ew e ku êdî her kurd wek prensîp bi zimanê xwe bipeyive, bi zarokê xwe bide fêrkirin, ji bo perwerdeya bi zimanê kurdî bi dil û can têkeve nava hewldanê, derfetên heyî jî rast bikarbîne û lê xwedî derkeve.
Ezê di vir de dîsa gotinê binim ser mijara bi gotina gel „qotê cehnimê.“ Wî kesê di nav postê polîsê baş de ku kurê çawişmanekî(uzatmali çawiş) ye, carê jî êrişê zimanê me kiribû û gotibû; „Kurdî ne zimanê şarestaniyê ye!“ Di bingehê xwe de ev jî êrişeke li ser gel, dîrok û nirxê gelê me bû. Lew re baş tê zanîn ku ziman hemû nirx, hemû azmûn, qerekter, sinc, edeba gelekî di naveroka xwe de werdigire. Ji ber vê egerê jî li zimanekî heqaretkirin, zimanek biçûk dîtin. Heqaret û biçûk dîtina gelê ku wî zimanî dipeyive ye. Ew kes di salên xurifandinê de jî be, vê baş dizane û bi zanistî van gotinên ji etîka mirovbûnê der bikar tîne.
Lê ji ber ku em di zanista nirxên ziman de ne, em dizanin ew tê çi wateyî, em etîk û sincê mirovbûnê wek anoreke mirovahiyê dibînin. Em li hember kesên ku di pêvajoya xurifandinê û berendamê „qotê cehnemê“ de ne, gotinên wiha layîqê gelan nabînin, lema jî bersivê bi vî awayî didin.
Em dizanin ku netewa tirk neteweyeke sûnî ye. Polîtîka serkariyên Tirkiyê endamên wê netewê wisa bi jehra nijatperetî û şovenîzmê herimandine, kêm mirovên wê netewê xwe ji vê jehrkirinê filitandine, ji ber vê egerê jî ji bo terapî û şikandina vê mêjiyê hatiye qerisandin, komên Mirovên Hişmend hatin avakirin. Di vê pêvajiyê de hê nû mirovên netewa tirk bi xwe dihesin ku bi çi awayî hatine xapandin û çawa ji etîka mirovbûnê hatine dûrxistin. Lema jî mirovên wiha di derekeya „qotê cehnimê“ de ji wan derdikevin.
Wê rojek were, gelê tirk jî vê bêedebiyê bibînie, ji polîtîkvanên wiha şerm bike û lêborîna xwe ji gelê kurd bixwaze. Dibe ku kesên wiha dikevin rengê „qotê cehnemê“ sibe bibin sembolên bêsinciyê û mijara pêkenokan jî. Lema di rastiyê de wî kesî li xwe û li netewa xwe heqaret kiriye.
Qotê cehnemê