Şervanên QSD’ê bi pêngava Bagera Cizîrê herêmeke bi rûpîvana bi dirêjahî 184 km û bi paniya 45 km di 49 rojan de ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir. Li aliyê din şervanan li gundê Hamidiyê yê ser bi Dêra Zorê depoyeke mayînan tesbît kir. 

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo deverên Cizîrê yên di destên çeteyan de mayî û gundewarê rojhilatê bajarê Dêra Zorê ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar bike, di 9’ê Îlonê de hemleya Bagera Cizîrê dest pê kir.

Şervanan di vê demê de herêmeke bi rûpîvana bi dirêjahî 184 km û bi paniya 45 km ji destên çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Li vê herêmê gelek deverên stratejîk ên weke devera pîşeyî ya girêdayî bajarê Dêra Zorê di 10’ê Îlonê de, fabrîkeya pembû (yek ji fabrîkeyên pîşeyî yên mezin li herêma Dêra Zorê) di 13’ê Îlonê de, navenda gazê ya Konîko ya li bakurrojhilatê Dêra Zorê di 23’an de, navçeya Sor di 28’ê Îlonê de, zeviyên petrolê yên El-Cefra di 30’yê Îlonê de û zeviyê El-Umer a petrolê di 23’yê Cotmehê de rizgar kir.

Ji ber bipêşveçûnên bi lez ên şervanên QSD’ê li herêmê hêzên “El-Natora” ya Asûrî ya li herêma Cizîrê jî beşdarî nava xebatên rizgarkirinê yên Bagera Cizîrê bû.

Provakasyon û êrîşên rêjîma Sûriyeyê û hevkarên wê ti carî li pêşiya pêşveçûna şervanan nebû asteng û xebatên xwe yên rizgarkirina herêmê ji destên çeteyên DAIŞ’ê bi rêk û pêk dane meşandin û niha tenê 17 kîlometreyan dûrî sînorê Îraqê ne.


Depoya mayînan hate dîtin

Asayîşa Dêra Zorê depoyeke mayînan a çeteyên DAIŞ´ê dît. Di depoyê de mîqdarek mayînên çeteyan hebûn.

Li Dêra Zorê hêzên Asayîşê di encama operasyona taybet a li gundê Hamide ku beriya demekê ji aliyê hêzên QSD´ê ve hat rizgarkirin, depoyeke mayînan dît. 


DÊRA ZORÊ