Ji tevahiya erdên di bin dagirkeriya hêzên dagirker ên mîna DAIŞ´, çeteyên Tirkiyeyê û rejîma Baasê, xelk ku derfetê dibînin, xwe li ewlehî û stara herêmên ewle yên QSD´ê rizgarkirî. Herî dawî 150 koçberên din ji Reqayê ku piraniya wan jin û zarok in, gihiştin herêmên ewle yên şervanên QSD’ê li wan. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê welatiyên sivîl ên koçber gulebaran dikin, pêwîstiya koçberan bi alîkariya tenduristiyê heye.

Ji Iraq û Sûriyê tên

Pêla koçberiya welatiyan ji herêmên Reqayê yên di bin dagirkiriya çeteyên DAIŞ’ê de, didome. Koçberî herî zêde ji bajarên Reqa, Tebqa û herêmên Iraqê yên wekî Mûsil û Til Eferê pêk tê. Welatiyên koçber berê xwe didin herêmên ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin û ewle.

´Me rizgar bikin´

Pêr jî 150 welatiyên ku piraniya wan jin û zarok in gihiştin herêmên ewle. Şervanên QSD’ê welatiyên koçber li cihên bi ewle bi cih dikin û wan dûrî qadên şer dikin. Di heman demê de rêxistinên Bijîşkên Sînor Nenas û Konseryon alîkariyê didin koçberan.

Koçberên çend rojan bi zorê xwe ji komên çete yên DAIŞ’ê rizgar kirî, kêfxweşiya xwe anîn ziman û bang li hêzên QSD’ê kirin ku di zûtirîn demê de herêmên wan rizgar bike.

Çete koçberan hedef digirin

Welatiyê koçber ê bi navê Ihsam Mihemed Dexîl Oglu ku ji welatiyên tirkman ên Iraqê ye got ku ew ji herêma Til Efer a Îraqê koçber bûye û destnîşan kir ku şervanên QSD’ê pêşwaziya wan kir û wan li cihê bi ewle danîn. Dexîl Oglu her wiha got, wan hemû mal û milkên xwe dane qaçaxçiyan heta gihiştine cihên ewle yên di di bin serweriya şervanên QSD’ê de. Ihsam Dexîl Oglu da zanîn ku komên çete hemû kesên hewl didin ji herêmên wan koçber, bibin hedef digirin.

Her kes li hêviya şervanan e 

Jina koçber a bi navê Zeyneb El-Ebdid ya ji bajarê Meskene jî got, bi rojan li benda şervanên QSD’ê maye ku herêmên wan rizgar bike û wiha dewam kir: “Em li hêviya şervanan bûn ku me rizgar bikin û ewlehiyê bînin herêmên me. Hemû şêniyên Meskene li benda şervanên QSD’ê ne ku wan ji çeteyan rizgar bikin.”

Zeyneb El-Ebid bang li fermandar û şervanên QSD’ê kir ku bi lez Reqa û Tebqa ji komên çete rizgar bikin. 

Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya QSD’ê Nazdar Silêman diyar kir ku rojane ew pêşwaziya bi sedan welatiyên koçber dikin ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ’ê koçber dibin û wan li cihên bi ewle bi cih dikin. Nazdar da zanîn ku heta niha hejmara koçberan ji 8 hezaran derbas kiriye û destnîşan kir ku pirraniya koçberan jin û zarok in.

Pêdiviya koçberan bi destekê heye

Nazdar Silêman di dawiya axaftina xwe de bang li saziyên mirovî yên navdewletî kir ku pêwîstiya koçberan bi alîkariya tenduristî heye û wiha peyivî: “Ji ber gelek sedeman û di serî de ji ber ku komên çete welatiyên koçber gulebaran dikin, pêwîstiya koçberan bi gelek cûreyên alîkariya heye û di serî de alîkariya tenduristiyê.” 


 REQA