Li Şehbayê QSD û hêzeke bi navê Tugaya Şehîdên Til Êranê gelek gund û deverên şên ji DAIŞ´ê rizgarkirin.
Tevî ku daxuyaniyeke fermî ya QSD´ê nîne jî ji aliyê Efrînê ve heta bi gundê Helise ji DAIŞ´ê hat rizgarkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên ji nava Ceyş ul-Suwar (Artêşa Şoreşgeran) a ku beşek ji QSD´ê ye, di nava çend rojîn dawiyê de gundên Wasitiye, Qeramil, Hesin, Helise, Til Qera û bakurê gundê Fafînê ji çeteyên DAIŞ´ê rizgarkirin.
Li aliyê din hêza ku şervanên wê bi pirranî ji Kurdên devera Til Êranê pêk tê jî gundên Kefr Qaris, Mehate, Kefir Sexîr, Til Sûsin, Babinîs, Maaratat el-Muselmiye, Mezare el-Hewarîn û başûrê gundê Fafînê ji çeteyên DAIŞ´ê rizgarkirin. Der barê rewşa eskerî ya meydanî ya li vê herêmê ya dawî de hîna QSD´ê daxuyaniyeke fermî nedaye. Li gorî van agahiyan mesafeya di navbera cihê hêzên QSD´ê û bajarê Bab dakete15 kîlometroyan.
NAVENDA NÛÇEYAN