Di nav sivîlan de ku şervanên QSD`ê ew doh rizgar kirin, 2 zarokên Êzîdî jî hene. Rêveberiya kampa Holê diyar kir ku ew ê her du zarokên Êzîdî radestî Mala Êzîdiyan a Cizîrê bikin.

Di nava 2 hezar û 600 jin û zarokên doh sibehî rizgarkirî de du zarokên Êzîdî ku ji Şengalê ne, gihiştin kampa Holê.

Zarokê bi navê Mîlad (13) navê dayika wî Xoxa ye û Fewaz Xidir (15) navê dayika wî Edla ye, her du jî ji Şengalê ne. Her du zarok di nava bi hezaran zarokan de ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve di êrişên li dijî Şengalê (3`yê Tebaxa 2014`an) hatine revandin.

Her du zarok ango Mîlad û Fewaz doh di nava komeke zarokan de bûn ku malbatên wan tine bûn û bi sivîlan re hatine rizgarkirin, gihiştin kampa Holê.

Ji rêveberên kampa Holê Şivan Mihemed Kerîm diyar kir ku ew ê her du zarokan radestî Mala Êzîdiyan a Herêma Cizîrê bikin da ku ew jî bi Meclisa Şengalê re bikeve têkiliyê û her du zarokan radestî malbatên wan bike. 

 

 ANHA / HESEKÊ