QSD`ê diyar kir ku hêzên wan piştî sê rojên ji şerên giran, gundê El-Şecele ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.
Navenad Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê doh diyar kir ku piştî sê rojan ji şerên giran di navbera hêzênn wan û çeteyên DAIŞ`ê de, gundê El-Şecele doh sibê ji çeteyan hate rizgarkirin.
QSD`ê tekez kir ku gelek çete hatin kuştin û hêzên wan dest danîn ser gelek çek û cebilxane. Her wiha QSD`ê anî ziman ku tîmên endizyarî yên leşkerî gund ji mayînan paqij dikin.
Gundê El-Şecele girêdayî bajaroka Hecîn e.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku QSD`ê qonaxa dawî ya hemleya Bagera Cizîrê bi navê ‘Şerê Tunekirina Terorê’ ji bo rizgarkirina Rojhilatê Çemê Firatê di 11`ê Îlonê de destpê kir.
Heta niha herêmeke berfireh ji çeteyan hatiye rizgarkirin.
DÊRA ZOR