
Operasyona Rizgarkirina Bakûrê Reqayê ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 24´ê Gulanê li dijî Reqayê ku çeteyên DAIŞ’ê wekî ‘Paytexta Xilafetê’ bi nav dikin, dabû destpêkirin, di roja 4’emîn de bi beşdarbûna hin hêzên din ên herêmê bi pêş ve diçe.
Li gorî nûçegihanên ANHA’yê ji herêma şer, piştgiriya gelên Ereb, Tirkmen, Suryanî û Asûrî ji QSD’ê re didome. Gelên li heremê jî tevlî nava refên QSD’ê bûn û ji bo hemleya azadkirinê şer dikin. Tê payîn ku QSD operasyona xwe berfirehtir bike.
Bi çekên giran li DAIŞ’ê didin
Operasyon her diçe nêzîkî bakûrê Reqayê dibe. Şervanên QSD’ê bi çekên giran baragehên DAIŞ’ê hedef girtin. Li gorî nûçegihanên ANHA´yê şervanên QSD’ê doh baragehên çeteyên DAIŞ’ê yên li gundê El-Milêhan, El-Edriyê, Til Mifîş, Til Şahîn ên nêzî gundê El-Hîşê bi çekên giran hedef girtin. Di şer doh li gundê Hîşê de 10 çeteyê DAIŞ’e ji aliyê şervanên QSD’ê ve hatin kuştin.
Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê cilên şervanên QSD’ê li xwe dikin û ji herêmê direvin.
Li aliyê din Navenda Çapemeniya QSD´ê li ser encamên şer daxuyanî da û got, di şer de gundên Mitemeşrîce û Hezeriyat jî hatine rizgarkirin. Di şer de jî 20 çeteyên DAIŞ´ê hatine kuştin û hawaneke 120 milîmetroyî jî hatiye îmhakirin.
Di operasyonê de balafirên şer ên Koalîsyonê jî hedefên hatine diyarkirin bomberdûman dikin.
Operasyon bi tevlêbûna 31 hêzên di bin banê QSD’ê de didome, û heta niha gundên Qirtaca, Fatsa, Indibên, Mitemeşrîc, Hezeriyat û 4 mezrayên stratejîk ji çeteyan hate paqijkirin.
Heta yek çete bimîne jî em ê şer bikin
Fermandara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Rojda Felat derbarê Operasyona Rizgarkirina Bakûrê Reqayê de axivî û got: “Berxwedana me ne tenê ji bo gelê Kurd e. Ji bo gelê Ereb, Ermenî û Suryanî ye. Li ku êriş hebe em ê li wir bin. Heta yek DAIŞ’î heye, em ê têbikoşin."
Rojda Felat derbarê operasyonê de ji ajansa JINHA re axivî û got, QSD wê gelê xwe ji zilma çeteyan rizgar bike. Felat di dewama axaftina xwe de bal kişand ser êrişên çeteyan ku li dijî Rojava pêk tîne û got: “Her pêngava me li dijî êrişên çavsorane yên bersiveke. Berxwedana me ne tenê ji bo gelê Kurd e. Ji hemû gelan e. Em wek hêzên QSD’ê wê li dijî êrîşan bin.”
‘Me xwe baş amade kiriye’
Rojda Felatê diyar kir ku ji bo pêngava azadkirina Bakurê Raqayê wan gelekî baş xwe amade kiriye û got, ew wek jin bi awayekî aktîf beşdarî pêngavê bûne.
Rojda Felatê di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ji hedefên wan yek jî jinên dîl hatine girtin, bên rizgarkirin û got, ew li dijî hemû êrişên li hemberî jinê ne. Rojda Felat di dawiya axaftina xwe de got, ji bo gel ewle bijî, ew wek hêzên leşkerî çi bikeve ser milê wan wê bikin, û ew wek QSD’ê heta yek çeteyek jî bimîne wê têkoşîna xwe berdewam bikin.
‘Em fedayî welatê xwe ne’
Şervanên ji Reqayê ku çeka xwe rakirine bi moralekî pir bilind di nava operasyona QSD’ê de berê xwe didin Reqayê.
Şervanên Tugaya Tehrîr El-Şerq ku tevlî operesyona rizgarkirina bakurê Reqayê bûne, geşedanên operasyonê ji ANHA’yê re nirxandin.
Şervanê bi navê Xelid Ebû Eyad da zanîn ku pêngava wan bi vîneke mezin dewam dike û got: “Her çiqas çeteyên DAIŞ’ê bi maşîneyên bomebarkirî êriş bikin jî, em hertim amade ne ku bersiva çeteyan bidin. Ev pêngav jî wê heta rizgarkirina tevahiya bejahiya Reqayê dewam dike.”
Ebdulqadir El-Hud jî diyar kir ku ew nezî salekê ji Reqayê ji ber terora çeteyan reviyaye û got: “Çeteyên DAIŞ’ê hemû hovîtiya xwe bi navê îslamê dikin û jinên me jî ji xwe re helal dikirin. Lê ez di nava QSD’ê de me da ku em bakurê Reqayê ji çeteyan rizgar bikin. Ev yek min pirr rihet û kêfxweş dike.”
Şervanê bi navê Ebd Qadir Elûş jî da zanîn ku ew li dijî zilma çeteyan tevlî nava refên QSD’ê bûye û weha axivî: “Em fedayî welatê xwe ne. Me ev çek rakiriye da ku parastina xaka xwe bikin. Çeteyên ku kes nizane ji ku derê hatine û dibêjin, ‘Em musilman in’, ew ji musilmantiyê dûr in."
‘Hêvîya me QSD ye’
Koçberên ji Minbic û Reqqayê ku bi salan e ji bajarên xwe dûr ketine pirr bêriya warên xwe kirine û tenê hêviya wan a vegerê bi QSD’ê ye.
Piştî ku QSD´ê dest bi ‘Operasyona Rizgarkirina Bakurê Reqqayê’ kir, şêniyên Mibic û Reqqayê yên li Kampa Miştenûr a Kobanê bicih bûne, hêviyên xwe ji ANHA yê re vegotin.
Mihemed Îbrahîm ku ji bajarê Minbicê ye da zanîn ku ew ji ber zilma çeteyan bajar û warê xwe terk kiriye û got, gelek xizmên wan yên li bajêr mane di bin zilma û terora DAIŞ’ê de ne. Îbrahîm da xuyakirin ku çeteyên mal û milkên gelê Minbicê talan kir û kiriyarên hovane li dijî welatiyên bajarê pêk tînin.
‘QSD wê aramî û ewlekariyê peyda bike’
Mihemed Îbrahîm got, weke welatiyên Minbicê baweriya wan bi QSD’ê heye ku Minbic, Reqqa, Bab û Cerablusê ji çeteyan rizgar bikin û da ku welatî vegerin malên xwe.
Xedîca Yehya El-Elî jî ya ji bajarê Reqayê, da zanîn ku ew li benda QSD’ê ye ku herêma Reqayê ji çeteyan rizgar bikin.
Heyder Bozan ku ji Reqayê ye, da zanîn ku Reqayê wê rihetiyê bide tevahiya gelê Reqayê û got: “QSD tekane hêz e ku dikare sivîlan ji terorê xelas bike.”
Bekîr Bozan bal kişand ser terora DAIŞ’ê û got, “Têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê QSD’ê ve wê aramî û ewlekariyê ji tevahiya welatiyên herêmê re peyda bike.
NAVENDA NÛÇEYAN