
Di pêvajoya amadekariya merheleya sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de Serokdewletê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump bi şandina wesayitên zirxî û çekan piştgiriyeke zexm da hêzên ber bi Reqayê ve diçin. Berdevkê QSD’ê Telal Silo ragihand ku beriya niha di vê astê de alîkarî ji wan re nehatibû.
Hêzên QSD’ê piştî bajarokê Siwêdiyê rizgar kirin dora Bendava Tebqayê girtine. Bi kontrolkirina rê re ji Reqayê hatina piştgiriya ji bo komên çete yên DAIŞ’ê jî asteng kiriye. Berdevka Odeya Çalakiya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ragihand ku wan dest bi xebatên pêngava sêyemîn a rizgarkirina Reqayê kiriye.
Cîhan Şêx Ehmed ji ajansa DÎHABER re axivî û ragihand ku mîna merheleya yekemîn wan di merheleya duyemîn a pêngavê de jî serketinên mezin bidest xistine. Di merheleya yekemîn de bakurê Reqayê hate rizgarkirin, di merheleya duyemîn de jî di çerçoveya dorpêçkirina bajêr de operasyon pêk hatin. Berdevka Odeya Çalakiya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed destnîşan kir ku operasyon serketî bi encam bûne û ev agahî dan: “Hêzên me di merheleya yekemîn de qadên plan kiribûn di nava 7 rojan de rizgar kirin. Her wiha ji qadên plankirî zêdetir dever rizgar kirin. Di merheleya duyemîn de em ber bi rojavayê Reqeyê ve tevgeriyan. Hin herêmên ku DAIŞ’ê ji bo xwe mîna cihên stratejîk diyar kiribûn hebûn. Bi taybetî gundên Mehmûdlî, Ceber a Rojilat, Ceber a Rojava, Keleha Caber cihên lê bicîh bûbûn. Me ev herêm rizgar kirin. Di vê çerçoveyê de 2 hezar û 480 KM2 zêdetir erd hate kontrolkirin.
Ne tenê serketina leşkerî ye
Berdevka Odeya Çalakiya Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed destnîşan kir ku di operasyonan de ya girîng ewlehiya jiyana sivîlan e û di çarçoveya operasyonê de wan bi sedan sivîl ji destê DAIŞ’ê rizgar kirine. Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku wan ne tenê serketinên eskerî bi dest xistine, her wiha wan îmzeya xwe avêtiye bin pêşketinên siyasî û civakî jî. Cîhan Şêx Ehmed bibîr xist ku hêzên wan hêviyên mirovan ên DAIŞ’ê şikandibûn ji nû ve zindî kirine û wiha dewam kir: “Her cihê em rizgar dikin welatî me bi remzê serketinê pêşwazî dikin. Em dibînin ku ji nû ve dikenin. Ev ji bo me dibê morelekî mezin. Hêviya azadiyê di mirovan de ji nû ve zindî dibe. Encama herî girîng a merheleya duemîn desteka eşîrên Ereb bû.“
Tebqa di dorpêçê de ye
Cîhan Şêx Ehmed eşkere kir ku merheleya duyemîn a Pêngava Xezeba Firatê dewam dike û piştî hêzên wan bajarokê Siwêdiyê bi dest xistine, Bendava Tebqa hatiye dorpêç kirin. Cîhan Şêx Ehmed ragihand ku rêyên çûyin û hatinê, şandina piştgirî û lojîstîkê yên DAIŞ’ê hatine birrîn.
Amadekariyên merheleya nû
Berdevka Odeya Çalakiya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed destnîşan kir ku operasyon a ji bo Reqayê bi tevahî bê rizgarkirin wê dewam bike, lê ev ê ne karekî hesan be. Cîhan Şêx Ehmed got, bi rizgarbûna Reqayê re Sûriye û cîhan wê nefeseke rehet bistînin û sedema vê yekê jî wiha rawe kir: “Evder paytexta wan e. DAIŞ hemû êrîşên xwe ji Reqayê plan dike. Evder mejiyê wan e. Rizgarkirina Reqayê wê li hemû qadên din DAIŞ’ê lawaz bike. Dibe ku pêngav heta merheleya 5,6’an jî dihêj bibe. Divê herkes vê yekê bizanibe. Niha em di nava amadekariyê merheleya sêyemîn de ne.“
Destek heta serketinê
Cîhan Şêx Ehmed bibîr xist ku piştî destπekirina operasyona rizgariyê gelek ciwanên Reqayî beşdarî hêzên wan bûne û wiha dewam kir: “Di qada navneteweyî û herêmî de em çiqasî bêne destekkirin wê têkçûna DAIŞ’ê ewqasî zû be. Gav bi gav, bi tedbîr û beyî ecele bikim, em bipêş dikevin. Ji bo bihêzkirina xeta parastinê û ewlekariyê bikin bin kontrolê em wisa tevdigerin. Em vê fikarê bi taybetî di qada civakî de nîşan didin. Bi baweriyeke mezin em ê Reqayê azad bikin.“
Ji bo amadekariyê destek
Serokê DYA’yê Donald Trump ku nu dest bi wezîfeyê kir beriya çend roja ji bo QSD’ê ya bi pêşengiya YPG’ê re wesayîtên zirxî û çekên giran şandin. Cara yekemîn e ku wesayitên zirxî tên şandin. Berdevkê QSD’ê Telal Silo ji Reutersê re ragihand ku piştî hatina ser wezîfeyê ya Trump desteka ji bo wan zêde bûye û beriya niha di form û asta niha de alîkarî nestandine. Silo destnîşan kir ku ev yek jî têrê nake û alîkariya hatiye şandin mîna nîşaneya desteka wê bidome bi nav kir.
Dîsa Berdevkê Odeya Çalakiya Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed bi bîr xist ku piştî mutabeqata di navbera wan û Koalîsyona Navneteweyî ya bi pêşengiya DYE’yê de wan pêngav dane destpêkirin û di her du merheleyan de destekê dewam kiriye. Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku li qadê şervanên welatê Koalîsyonê jî hene.
Rayedarekî din ku ji Spûtnîkê re axifî ev agahî parve kirin: “Ji bilî alîkariyê hêzên me di warê bikaranîna çekên giran de tên perwerdekirin. DYE fuzeyên xwe li germê digirin, kanas, topên hawanê, doçka û çekên din ên giran ji me re dişîne. Ev çek bêhtir bi balafiran tên şandin. Car caran jî ji Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) bi rêya Deriyê Sêmalka derbasî Rojava dikin. Waseyîtên Hummer û wesayîtên zirxî yên personelan beriya 4 rojan ji DYE’yê hatin şandin. Em van wesayitan di operasyona Reqayê de bi kar tînin. Ev wesayît pêwîst in; ji ber ku hem li dij êrîşan hem jî li dij mayînan diparêzin.“
Ji Reqa re 25 kilometre mane
Berdevkê QSD’ê Telal Silo destnîşan kir ku gel li dora QSD’ê kom bûye; ji bo li Sûriyeyê çareserî pêk werê ew ê gavên mezintir biavêjin. Silo destnîşan ki ku QSD li ser axa Sûriyeyê bingeh girtiye û hema hema ji hemû nasnemeyên li Sûriyeyê heyî di nava QSD’ê de tên temsîl kirin. Silo destnîşan kir ku ji bo gelek pirsgirêkên Sûriyeyê projeyên çareseriyê hatine amade kirin û wiha bi nirxandina xwe de çû: “Di bin navê îslamiyetê de grûbên radîkal ji zilm, êş û tevkujiyê tiştek neda mirovan. Ev yek jî bû sedem ku li Sûriyeyê êşên mezintir bi ser xelkê de bên û pirsgirêk kûrtir bibe. Êdî Sûriye dixwaze nefeseke rehet bistîne û bingehê jiyanê ava bike. QSD jî vê yekê pêk tîne. Atmosfera ku QSD diafirîne ne tenê di warê leşkerî de di warê siyasî de jî pêşketinên erênî bi xwe re anîn.“
Silo diyar kir ku li her qada ku wan azad kiriye, gel destekeke mezin dide wan û got, “Reqa jî wê were rizgarkirin û gel wê bajarê xwe bi rê ve bibe. Ji Reqayê re tenê 25 km mane. Hêzên me bi moraleke mezin operasyonê didomînin. Li gorî plana amadekirî tevdigerin. Heta îro kêmasî derneketin. Bi şêwazekî serketî didome.”
NAVENDA NÛÇEYAN