Fermandarê QSD`ê Goran Til Temir got, operasyonên wan ên li dijî şaneyên çeteya DAIŞ`ê dewam dikin. Wî teqez kir ku QSD parazvana tevahiya gelê Sûriyê ye û karî pişta terorê bişikîne. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 23`yê Adarê destpêkirina pêvajoyeke nû ê şerê li dijî DAIŞ`ê, tinekirina desthilata wê ya ser erdê ragihand.
Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî bi rêya civîneke çapemeniyê li qada petrolê El-Umer wiha gotibû: “Em ji raya giştî re destpêkirina pêvajoyeke nû di şerê li dijî DAIŞ`ê de radigihînin, bi armanca tinekirina hebûna eskerî ya DAIŞ`ê ya veşartî yanî şaneyên wê.”
Piştî ku şaneyên DAIŞ`ê yên veşartî tev geriyan, wan êdî kiryarên terorîst li herêmê pêk anîn û sivîl jî kirin hedef. QSD û Hêzên Ewlehiya Hundir gelek endamên DAIŞ`ê girtin û madeyên teqemenî û çek jî desteser kirin.
Di hevpeyvîneke li gel ajansa me de fermendarê QSD`ê Goran Til Temir li ser hemleyên xwe yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ´ê axivî û got, “Operasyonên me yên leşkerî û ewlehiyê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê dewam dikin. Heta niha me gelek çete girtine û li dijî baregehên wan me gelek operasyonên serdegirtinê meşandine.”
Goran Til Temir diyar kir ku hemleyên lêgerînê li herêmên ku nû hatine rizgarkirin û vedîtina xendekên ku DAIŞ`ê kolandine, dewam dikin.
Fermandarê QSD’ê Goran Til Temir îşaret bi wê yekê kir ku QSD wêneyeke biçûk ji tevna civaka Sûriyê ye û tevahiya pêkhate û baweriyên Sûriyê kom dike. Wî got, QSD hêzên parazvanê gelê Sûriyê ye, li hember DAIŞ`ê sekinî û ew tine kir.
ANHA / DÊRA ZOR