Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bîlançoya pêngava duyemîn a Hemleya Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, Cîhan Şêx Ehmed daxuyanî li gundê Hac Elî yê Reqayê xwend. Her wiha di daxuyaniyê de rûspiyên herêmê, Fermandarên QSD′ê û berdevkê giştî yê QSD′ê Telal Silo, nûnerên TEV-DEM, 28 eşîrên Ereb, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Muslim û bi dehan şêniyên herêmê cih girtin.

2 hezar û 480 km2

Cîhan Şêx Ehmed da zanîn ku pêngavê 10´ê Kanûna 2016ʹan li ser banga şêniyên parêzgeha Reqayê dest pê kir û got, “Di encama pêngava duyemîn de 2 hezar û 480 kîlometrekare (km2) erd hat rizgarkirin ku di navê de 197 gund û bi dehan gundik û girên stratejîk, her wiha Keleha Caber (Duser) a dîrokî de jî heye. Bi vê yekê firehbûna zemîna ku ji destpêka hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê û heta niha hatine rizgarkirin bi giştî bû 3 hezar û 200 km2. Di vê qadê de 236 gund û bi dehan gundik û gir hene. Bi vî awayî bajarê Reqayê ji aliyê rojava û bakur ve hatiye dorpêçkirin.“

260 kuştî û 18 dîl

Derbarê kuştiyên DAIŞ’ê de jî Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku 260 çeteyên DAIŞ′ê hatine kuştin û wiha pê de çû: “Ji van kuştiyan termên 115 çeteyan ketin destê hêzên me. 18 çete jî bi saxî ketin destê şervanên me. Gelek çek û cebilxane, her wiha tirempêlên leşkerî û topavêjên çeteyan hatin desteserkirin. 40 tirempêlên bombebarkirî hatin bêbandorkirin, ji wan hejmareke mezin beriya bigihîjin armanca xwe hatin rûxandin.”

Alîkariya sivîlan tê kirin

Cîhan Şêx Ehmed bal kişand ser rewşa sivîlên herêmê ku bi dehhezaran welatiyên sivîl ên ji gundên rojavayê Reqayê ne, hatine rizgarkirin û wiha  domand: “Piştî gundên wan ji bermahî û mayînên çeteyan çandî, hatin paqijkirin, vegeriyan gundên xwe û alîkarî bi wan re hat kirin.”

2 hezar 500 şervanên nû

Li ser tevlîbûna şervanên nû jî Cîhan Şêx Ehmed diyar kir ku heta niha qederê 2 hezar û 500 şervanî ji şêniyên herêmê tevlî hêzên QSD’ê bûne. Wekî din wê anî ziman ku şervanên nû bi alîkariya Hevpeymana Navdewletî hatine perwerdekirin.

42 şehîdên me hene

Cîhan Şêx Ehmed da zanîn ku 42 şervanên QSD’ê şehît bûne û got, “Ji wan 3 şervanên enternasyonal ên ji Brîtanya, Kanada û Emerîka ku bi dildarî tevlî Hemleya Xezeba Firatê bûbûn, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 3 şervanên endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî jî bi rêhevalên xwe re şehît bûn.

Em ê gelê xwe biparêzin

Cîhan Şêx Ehmed got, “Em wekî Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê, em spasiya gelê xwe yê herêmê dikin ku bi coşeke mezin pêşwaziya şervanên me kir û di xetên herî pêş de alîkariya wan kir. Em soz didin berdêla parastina wan çi dibe bila bibe, em ê ti carî bi paş ve venegerin û em ê heta dawiyê parastina herêmê bikin.”

Bang li şêniyên herême kir

Piştî malavahiyê, Cîhan Şêx Ehmed bang li gelê herêmê kir û got, “Herêmên xwe birêxistin bikin, meclîsên xwe ava bikin û rêveberiya xwe saz bikin û bi hemû hêza xwe tevlî nav refên hêzên QSDʹê bibin da ku tevahiya xaka parêzgeha we were rizgarkirin.

Di heman demê de em spasiya Hevpeymana Navdewletî û koma pisporên leşkerî yên girêdayî wan dikin ku bi hêzên me re li meydanên şer in û piştgiriya leşkerî didin hêzên me.” 


 REQA