Li Akedemiya Şehîd Arîn yekemên dewreya şervanên jin ên Hêzên Sûriyeya Demokratk (QSD) ên Ereb û Turkmen bi merasîmek bi dawî bû.
Di dewreyê de 32 şervanên jin ên Ereb û Turkmen ên ji Kantona Cizîrê û bajarê Minbicê, tevlî perwerdeyê bûn. Di dewreyê du mehan dom kir de şervanan li ser waneyên wekî ’Azadiya jinê, Rastiya serokatî, Netewa Demokratîk’ her wiha perwerdeya leşkerî, perwerde bûn.
Yekemîn dewreya şervanên jin
Di bidawîbûna dewreyê de, şahiyek hat lidarxistin. Di şahiyê de, fermandarên QSD’ê malbatên şehîdan, rûspî, serokên êlan û bi dehan şervanên QSD’ê, amade bûn.
Şahî bi merasîma leşkerî ji aliyê şervanên QSD’ê ve, dest pê kir. Piştre Fermandara QSD’ê Sarya Evîndar axivî û bidawîbûna yekemîn dewreya şervanên jin ên QSD’ê li endaman pîroz kir.
Şer bandoreke mezin li jinê dike
Sarya Evîndar bal kişand ser rewşa ku Sûriyê têre derbas dibe û ev tişt anî ziman: ”Sûriye niha di mercên pir aloz de derbas dibe, ev merc jî bandoreke mezin li ser jinên Sûriyê yên ji hemû pêkhateyên herêmê, kir. Di civaka me de, jin bûye qurbana zihniyeta desthildar û koletiyê. Lê di rewşa ku herêm tê re derbas dibe de, bûye qurbana siyaset û şerên ku li herêmê têne kirin. Bi hezaran jinên Sûriya di van salan de, hatin kuştin, malbatên xwe wenda kirin. Jina Sûriyê wekî madeyekê, li bazarê tê firotin.”
Jin jiyana ku li ser tê ferzkirin qebul nake
Evîndar bi bîrxist ku tevlîbûna jinan di nava QSD’ê de, tê wateya ku jin êdî jiyana li ser wê hatiye ferizkirin qebûl nake û wiha axivî: ”Îro yekemîn dewreya şervanên jin ên QSD`ê bi dawî bû, erka sereke ya van şervanên jin ew e ku parastina jinên hemû pekhateyan bikin û tu cudahiyê nexin navbera wan de.”
Di dawiya şahiyê de, şervanan govend gerandin.
ANHA/HESEKÊ