Piştî li ser sînorên Kobanê û Girê Spî li Dirbêsiyê û Serêkaniyê jî QSD û Koalîsyona Navdewletî bi hev re dewriye geriyan.
Piştî êrişên artêşa Tirk li Girê Spî û Kobanê dewriyeyên hevbeş ên QSD û Koalîsyona Navdewletî dest pê kiribûn.
Doh jî dewriyeyên hevbeş ên Koalîsyona Navneteweyî û QSD`ê li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li navçeya Dirbêsiyê û Serêkaniyê dest pê kir. Dewriyeyên hevbeş ji erebeyên QSD`ê û erebeyên eskerî yên koalîsyonê pêk tên. Dewriyeyên hevbeş ji gundên Xenamiyê û Kerbetilî dest pê kir û çend kêliyan li gundê Kerbetilî sekinîn da ku rewşa sînor bişopînin û her wiha rewşa şêniyan jî bibînîn.
KOBANÊ