QSD`ê li Dêre Zorê ji aliyê rojhilat ve nêzî berava çemê Firatê bûye û dema nûçeya me dihat amadekirin şerekî giran di navbera wan û çeteyên DAIŞʹê de rû dida. Li aliyê din êrîşên çeteyên delweta Tirk li Efrînê hatin şikandin. QSD û YPG/YPJ hem di warê rizgarkriina gelan û hem jî di warê parastina wan de serketî bi erka xwe radibin.

Çeteyên DAIŞ`ê hewl didin bipêşveçûna QSD`ê ya hemleya rizgarkirina ʺBagera Cizîrêʺ ku 9ʹê Îlonê de dest pê kiribû, asteng bike. Şervanên QSDʹê di çavçoveya hemleyê de nêzî pêravên Firatê ne li aliyê rojhilat.

Rêjîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê hewil dan bipêşveçûna hêzên QSD`ê a ber bi Çemê Firatê ve asteng bikin û rawestînin, ji bo vê yekê baregehên hêzên QSD`ê yên nêzî herêma pîşesaziya rojhilatê Çemê Firatê topbaran kirin û di encamê de 6 şervan birîndar bûn. Êrîşên li vir hatin kirin jî nikarîbûn bipêşveçûna şervanan asteng bikin. Di heman rojê de avahiya stasyona elektrîkê û kargeha şekir ên li wê herêmê hatin rizgarkirin.


112 kîlometre azadî

Lê QSD`ê bi hemû hêza xwe hewl dide bi rêya tîmên teybet, tevahiya sivîlên rojhilatê Çemê Firatê ji zilm û zordestiya çeteyan rizgar bike. Heta niha jî karîbûn bi sedan ji wan sivîlan rizgar bike û bigihîne herêmên rizgar kirine. Şevê din jî 2 şervanên YPGʹê yên xebatên tenduristiyê pêk tînin ji bo ku zarokekî ku ji aliyê çeteyên DAIŞʹê ve hatibû birîndarkirin rizgar bikin, şehîd bûn.

Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewle, diyar kir ku hêzên wan Ii herdu aliyên Ebû Fas û Ebû Xeşeb, Dêrazorê bi pêş ve diçin û zêdeyî 112 kîlometreyan bi kûrbûnê bi ferehiya 2 kîlometreyan ji her du aliyan ve ber bi çemê Firatê ve rizgar bikin.

Ehmed Ebû Xewle, her wiha da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ`ê sivîlan wek mertal ji bo parastina xwe bi kar tînin û got, ʺHêzên me baş dizanin ka çawa di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de tevbigerin, tîmên me yên taybet ên rizgarkirina sivîlan weku tê xwestin erkên xwe didomînin û rojane bi dehan ji şêniyên me û malbatên me ji pençên DAIŞ`ê rizgar dikin.ʺ


Li Efrînê êrîşên çeteyan şikestin

Şervanên YPG/YPJʹê bersiva topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser deverên kantona Efrînê da û di encamê de derbeke giran li çeteyan xist.

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşên xwe yên li dijî kantona Efrînê dewam dikin. Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Merenaz, Elqemiyê û Eyn Deqnê yên navçeya Şera yê herêma Efrînê bi çekên giran, doçka û topên hawanê topbaran kirin. Şervanên YPG/YPJ û hêzên şoreşger jî bersiva êrîşan da. Di heman demê de çeteyan girê Şehîd Berfîn û gundê Dêr Belûtê yê navçeya Şera topbaran kir. Şervanan li vir jî bersiva çeteyan da. Di encama bersivdayînê de gelek ziyan li çeteyanbû.

Çeteyan gundê Bercika Silêman yê navçeya Şêrawa topbaran kir. Di encamê de ziyana madî li mal û milkên welatiyan bû.

Çeteyan bajarokê Mariê û gundê Herbil ên kantona Şehba ya herêma Efrînê jî topbaran kir. Şervanan li vir jî bersiva êrîşan da. 


 DÊRA ZOR/EFRÎN