MÎRAN EBDO / ARAM HISÊN / ANF / ŞEHBA
Ji Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a Sûrî li Şehbayê Mahmûd Hemdik got, “Hevpeymana Soçî yan jî em nav lê bikin civîna Soçî ji ber ku peyva hevpeyman tê weteya erêkirina bendan, lê li ser qada pratîk, dewletên ku ev hevpeyman hembêz kirine, ti wateyên dirust nedanîne.“
Li gorî Mehmûd Hemdik ji destpêkê heta niha Soçî di 3’ê qonaxan re derbas bûye: ”Pêvajoya yekem berî biryara Trump ji bo vekişîna artêşa wî ji Sûriyê, pêvajoya piştî biryarê û pêvajoya îmzekirina koalîsyona Warso. Ev her sê pêvajo berjewandiyên wab cuda bûn. Niha em dikarin bibînin ku piştî ku koalîsyona Warso bû rastiyek, ew jî bi lidarxistina civîna Soçî, ji berê bêhtir ji berjewendiyên wan bi dûrket. Dibe ku berjewendiya taybet wan dewletan kom bike, di bin siya karên teknîkî de. Lê di esas de ew ji hev dûr in û ne pêkan e ku li hev bikin. Weke ku em dibînin armanca Rûsya tinekirina terorê ye, lê armanca Tirkiyê tîmarkirina terorê ye. Ji ber vê yekê, çawa hevsengiyeke di navbera yê ku dijî terorê şer dike û yê ku terorê hembêz dike wê çêbe?”
70 hezar terorîst li Idlibê
Hemdik di dewamê de bi bîr xist ku dewlet hemû dizanin ku Tirkiye li dijî demokrasiyê ye, û stratejiyên dewletan jî bi nakok in li ser mijara Sûriyê. Li ser vê nakokiyê wî got, “Rejîma Sûrî dixwaze ku Idlibê rizgar bike û hêzên dewletî yên li ser axa wê, jê re bibin alîkar. Rûsiya jî dizane ku hêza di hundir Idlib û Rojavayê Helebê û Rojahilata Latqiyê û bakura Hemayê de hêzeke terorê ya pirr mezin e û zêdetirî 70 hezar terorîstên radîkal li wir hene, ku 10 hezar ji wan terorîstên biyanî ne. Ji ber vê yekê jî rêjîma Sûriyê dizane ku hêza wê bi tenê nikare bi vê pêngavê rabe. Ji ber vê jî hebûna Rûsya û Îranê li gorî berjewendiyên xwe tevdigerîne lê berjewendiya Rûsya ne ew e ku bi awayekî eskerî derbasî Idibê bibe, dixwaze gav bi gav were analîzkirin. Ew dixwazin Idlibê bi awayekî aştiyane rizgar bike.”
Tirkiyeyê El-Qaîde belav kir
Hemdik wekî din rewşa niha ya hevpeymanê Soçî wiha îafde kir: “Tirkiye dizane ku ne hêsan e ku Rûsya û rêjîma Sûriyê Idlibê rizgar bikin, ji ber vê yekê ev xala li gorî berjewandiyên xwe eyar kir. Belkî Rûsya û Tirkiye hevpeymana ku bi kûrbûna 15 heta 20 kîlometreyan têkevin erda Idlibê (Soçî) çêkiribûn, lê belê Tirkiyeyê ev peyman pêk neanî. Bi awayê ku Cebhet El-Nusra li ser hemû hêzên ku ew bi wan re têkildar dibû, serwer kir. Her wiha Cebhet El-Nûsra, tê zanîn ku terorîst in, bi vî awayî Tirkiye dikare bibêje, komên ku ez bi wan re bûm, El-Nusra xwe li ser wan serwer kir.”
Bê demokrasî sîstema Sûrî naguhere
Hemdik nêrîna xwe li ser siyaseta Sûriyê da pêş û got, ”Siyaseta Sûriyê nayê guhertin heta ku siyaseteke demokratîk pêk bîne. Me dît ku hevpeymana Soçî û dewletên ku wê hevpeymanê bi rê ve dibin, aloziya Sûriyê bi giştî çareser nakin. Ji ber ku hêza duyemîn a li Sûriyê nake navê. Ew jî QSD’ê de ye. Û siyaseta wê vedigera Meclisa Sûriyê Demokratîk MSD’ê. Heger nêrînên wan di her hevpeymanekê de ya ji bo Sûriyê nayê birin, hingê ew hevpeyman tenê weke rûniştinekê ye.
Her wiha Tirkiyê dixwaze ku herêma ewle li Bakur û Rojhilata Sûriyê çêke û heger li ser herêmê serwer bike bila hemû dewlet zanibin ku vegera DAÎŞ’ê ya nû wê dest pê bike, ji ber ku dewleta Tirkiyê wê tola xwe ji hêza ku DAIŞ’ê tine kiriye, bistîne.”
Îran xwe ne ji dêrê ne ji mizgeftê dike lê…
Hemdik li ser rewşa Îranê di Sûriyê de axivî û got, “Rewşa Îranê hinekî cuda ye. Îran piştî kongreya Warso û yekîtiya ku li dijî Îranê çêbûye, jê hatiye xwestin ku ji xwe re hevalan çêke. Her wiha em dizanin ku Îran di şoreşa Sûriyê de ji aliyê aborî û eskerî de têk çû. Îran dixwaze bi rêjîma Sûriyê re herêma Idlibê rizgar bike. Di heman demê de naxwaze têkiliya xwe ya aborî bi Tirkiyeyê re xira bike. Tirkiye ji bo hilbijartinê nahêle rêjîma Sûriyê têkeve herêma Îdlibê heta Adarê.”
Herî dawî Hemdik got, “Me dît ku Îran ji bo têkiliyeke xurt çêke ket navbera Tirkiye û Sûriyê û hevpeymana Edene ji nû ve derxist holê, ku ev hevpeyman sala 1998’an hatiye îmzekirin û hevpeymana Edene halê hazir pûç bûye. Dewleta Tirk beriya 8 salan dema ku pê li hemû bendan kir, ev peyman pûç kir.
Tê zanîn ku li Rojhilata Firatê DAIŞ ber bi dawîbûnê ve diçe, lê belê şerê koalisyona navneteweyî û QSD’ê yê li dijî terorê, ne tenê li Rojhlata Firatê wê biqewime, her wiha dema ku Cebhet El-Nusra berê xwe da herêma wê, wê werê xwestin ku QSD biçê Efrîn û Idlibê û wan ji çeteyan rizgar bike.