QSD‘ê ji ber êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê Pêngava Bagera Cizîrê bi awayekî demkî rawestandin.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokartîk (QSD) ragihand ku hêzên wan ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî Bakurê Sûriyê, pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî DAIŞ‘ê bi awayekî demkî rawestandiye.
QSD´ê got, "Em van êrişan wekî desteka dewleta Tirk bi rêxistina terorîst a DAIŞ‘ê bi nav dikin, ji ber di heman dema êrişên dijber ên rêxistina terorîst li dijî herêma Hecînê pêk tên. Em ji raya giştî re radighînin ku di navbera êrişên rêxistina terorîst ên li ser başûr li hemberî hêzên me û êrişên dewleta Tirk li dijî bakur de koordîneyeke heye, di encamê de Şerê Tinekirina Terorê ya li hemberî baregeha dawî ya rêxistina terorîst bi awayekî demkî radiweste. Berdewama van êrişan jî dê rawestandina pêngava me ya eskerî ya li dijî rêxistina DAIŞ‘ê dirêj bike.
Em bang li civaka navdewletî dikin ku nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li hemberî herêmên ewle yên Sûriyê şermezar bike, her wiha em bang li Koalîsyona Navdewletî dikin ku ji dijmaniya Tirkiyê û desteka wê ya bi rêxistina DAIŞ‘ê re helwêsta xwe zelal bike, ji ber ku êrişên Tirkiyê li djiî stratîjiya şirîkên me yên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî teorê ye."
NAVENDA NÛÇEYAN