NÛPELDA TÊKOŞÎN ŞENGAL / ROJNEWS Ciwanê bi navê Sado Xelîl ê ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji destê DAIŞ‘ê hatî rizgarkirin pêr Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê radestî malbata wî kir. Şervanên QSD’ê ciwanekî Êzîdî rizgar kir ku di 15’ê Tebaxa sala 2014’an de, di dema komkujiya gundê Koço yê Şengalê de, ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê hatî revandin. Ciwanê bi navê Sado Xelîl 10 salî bû dema hat revandin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Sado Xelîl radestî malbata wî kir. Roja ku hatin jî cejn bû Sado Xelîl wiha qala girtin û zordariya çeteyên DAIŞ’ê dike: “Dema gotin DAIŞ hatiye, em gelekî tirsiyan û em diçûn çiyayê Şengalê lê ji me re gotin, netirsin tiştek nîne, wê kes tiştekî li we neke, em jî zivirîn. Roja ku hatin jî cejn bû. Lê, em hatin xapandin, DAIŞ hat, em hemû kom kirin û birin dibistana gundê Koço. Di dibistanê de zarok, keç, jin, dayik û zilamên temen mezin kom kirin. Piştre zilam û temen mezin kuştin. Zarok, jin û ciwan revandin û em birin Til Efer. Demek derbas bû ji me re gotin, xwe amade bikin, hûnê biçin cem dayikên xwe. Li Til Eferê dibistaneke ku hemû jin bûn, em çûn, gotin biçin dayikên xwe bibînin, lê min dayika xwe nedît.” Min hemû karê wan dikir Sado Xelîl dibêje, ez hîn piçûk jî bûm, min hemû karê wan dikir û wiha behsa zilma DAIŞ´ê dike: “Min xwarin jî çêdikir. Dema xwarin ne xweş bûna li min didan. Me çend caran hewl da ku ji destê DAIŞ‘ê birevin. Carekê ez hatim xapandim. Yekê got, ez ê te xelas bikim, lê dîsan ez radestî DAIŞ’ê kirim.” 4 sal in min birayê xwe neditiye Birayê Sado Xelîl, Şefket Xelîl jî dibêje, ez gelek kêfxweş im ku birayê min ji destê wan çeteyan rizgar bûye û wiha dipeyive: “Ev 4 sal in ku min birayê xwe neditiye. Em gelek malavahiya havalan dikin. Heval ciwanên me xelas dikin, her carê. Hevîdar im ku hemû dayik, zarok û ciwanên me ku hîn di destê çeteyan de ne, rizgar bibin, em spasiya wan kesan dikin ên ku ji bo azadkirina ciwanan canê xwe feda dikin.”