MEED EL-SELÛM /ANHA / DÊRA ZORÊ


Rûspiyê eşîra El-Begara yê Dêra Zorê Şêx Casim El-Ebid El-Hemadê got, bi saya QSD’ê ew jî hovîtiya çeteyan hatine rizgarkirin û bang li şervanên wê kir ku hemleyên xwe yên rizgarkirinê bidomînin.

Şêx Casim El-Ebid El-Hemadê got, ev nêzî 7 salan e ku ew bi kiryarên talan û tundiyê rû bi rû ne û hemû welatî ji parastin û perwerdehiyê bêpar mabûn, her wiha rewşa tenduristiyê jî gelekî bi paş ve çûbû. Ew ji aliyên gelek komên çete û herî dawî çeteyên DAIŞ’ê ve rastî kuştinê dihatin.

El-Hemadê got, “Ferq û cûdahiyeke mezin di navbera danûstandina hêzên QSD’ê û jiyana me ya berê de heye. Hêzên QSD’ê ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk tê, dema ku em ji destên terorê rizgar kirin, bi hemû derfetên xwe alîkariya me kirin û gelek pêdivî ji me re peyde kirin.”


Bi QSD´ê bîhna azadiyê

El-Hemadê destnîşan kir ku dema şervanên QSD’ê ew rizgar kirine, wan bîhna azadiyê kirine û wiha peyivî: “Daxwaza me tenê ew e ku parastina me bi wî rengî kirin û piştî ku DAIŞ’ê zarokên me ji perwerdehiyê bêpar hiştin, em dixwazin ku dîsa zarokên me beşdarî perwerdeyên xwe bibin.”

El-Hemadê got, ew weke qebîleya El-Begara û giştî gelê Sûriyeyê ti carî helwêsta wan ne mezhebî bû û ti carî ferq û cûdahî nedixistin navbera pêkhateyên Sûriyeyê û wiha axivî: “Em ji hêzên QSD’ê dixwazin ku xebatên xwe yên rizgarkirina gelê Sûriyeyê ji destên terorê bidomînin.”

Rûspiyê eşîra El-Begara yê Dêra Zorê, Şêx Casim El-Ebid El-Hemadê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyên Sûriyeyê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û beşdarî avakirina welatê xwe bibin.