Yek ji fermandarên QSD’ê Mihemed Salih El-Zahir got, hêzên rêjîmê navenda fermandariya wan a Hesekê û navendên din beriya çend rojan bombebaran kirine. El-Zahir, destnîşan kir ku hêza QSD’ê tekane hêz in ku li dijî DAIŞ’ê gelek serketin bi dest xistine û got, “Rêjîma Baasê ji bo zexta li ser çeteyên DAIŞ’ê kêm bike, navendên me yên Hesekê bomebaran kirin. Pêwîst e hêzên hevpeymana navdewletî ku piştgiriya me di şerê DAIŞ’ê de dikin, beramberî vê yekê helwêsta xwe nîşan bidin.”


 Helwêstê xwe nîşan bide

Ji fermandarê QSD´ê Ehmed Esed jî da zanîn ku balafirên rejîmê 2 caran li fermandariya wan dane, û navendên wan ên li Til Bêder û navendên wan ên li Hesekê jî dane û weha dewam kir: “7 hevalên me li Hesekê û Til Bêder birîdnar bûne. Em wekî hêzên QSD’ê parastina gelê xwe dikin. Rêjîmê di heman demê de li gelê sivîl da û li ser bajar geriyan. Em wekî hêzên QSD’ê hêza ku li dijî çeteyan şer dikin û destketiyên mezin bi dest dixin. Em gelên xwe hemûyan, Kurd, Ereb, Asûrî û Xiristyanan diparêzin. Lazim e hêzên hevpeymana navdewletî derbarê vê yekê de helwêstê nîşan bide.”

Balafirên rêjîmê 18 û 19’ê Tebaxê gelek deverên sivîl ên Hesekê bombebaran kirin û her wiha êrişî navendên QSD’ê jî kirin. Di encama bomebaranê de gelek welatiyan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn. Her wiha 7 şervanên QSD’ê jî birîndar bûn. 


 HESEKÊ