Şêniyên bajaroka Mensûra piştî ku ji mayînan hat paqijkirin, vedigerin malên xwe. Ji gundên din ên Reqayê jî koçber êdî berê xwe didin û koçber ji herêmên derdora wê tên bajarok û gundên derdora wê.

Bajaroka Mensûra ya 27 km dikeve rojavayê Reqayê di 3’yê Hezîranê de ji çeteyên DIAŞ`ê hat rizgarkirin. Şervanan piştî rizgarkirina bajarok ew ji mayînên DAIŞ`ê paqij kirin û niha jî şêniyên bajêr bi dilekî rehet vedigerin malên xwe. Piştî vegera gel xwediyê dikanan dikanên xwe vekirin û tevgerkirin li bazarê çêbû.

Bi qasî 10 rojan li ser vegera şêniyên Mensûra a bajaroka xwe derbas bû û hejmareke mezin ji koçberên herêma Tedmur, Sixnê û Sefîre li Mensûre û hin koçber jî li gundên derdora wê bi cih bûn.

Bajaroka Mensûra yek ji navendên çeteyên DAIŞ`ê yên girîng bû. Li gorî hejmariya rejîma Baas a Sûriyê ya 2004`an nêzî 60 hezar sivîl li bajaroka Mensûre dijîn. n REQA