Yek jê, ji şehîdên Tetwanê Şevket Epozdemir e ku sala 1993´yan bû hedefa kujerên dewleta Tirk ku qaşo nediyar bûn. Navê vê belgefilmê Humanîst e. Ya din li ser Huseyin Paşayê Kor e ku ji lehengên serhildana Agiriyê ye. Film wê behsa serpêhatiya mişextbûna wî û zarokên wî ya trajîk û lehengî bike. Filma wî ya bi navê Dîno ku par amade kir, wê îsal cara yekê di salvegera Komkujiya Sêwasê de bê nîşandan.
Derhêner, niha çav li rê ye, belgefilma xwe ya bi navê “Qulingê Birîndar” ê ku par çêkirî, li Ewrûpayê nîşan bide. Belge film li ser serpêhatiya jiyana Dengbêj Seyadê Şamê ye, û ji Tîrmeha par ve di vîzyonê de ye.
Li ser vê belge filmê em derhêner Keremo re peyivîn.
Fikra belgefilmeke li ser jiyana Seyadê Şamê ji ku peyde bû?
Min pirtûkeke birayê Seyadê Şamê, lêkolîner nivîskar Veysel Çamlibel, a bi navê ‘Qulingê Birîndar’ xwend; jiyana wî gelek tesîr li min kir. Jiyaneke mişt êş û evîn. Sirgûn, zindan, firar, hesret, kilam û dengên dawudî… Weke neynikeke jiyana gelê Kurd bû. Bi ser halan de, serpêhatiya hevjîna wî ya pêşî Zulfînaz jî gelekî tesîrker bû. Mijara sereke ya ku ez ber bi vê projeyê ve birim ev bû. Bi arşîvên bê mînak ên birayên wî Veysel û Mahmut Çamlibel û alîkariya wan me belgefilm çêkir.
Film li kû derê hat nîşandan, nîşandana wî dewam dike, û gelo li derveyî Tirkiyeyê jî hat nîşandan?
Erê nîşandana filmê dewam dike. Li Stenbol, Izmîrê, bajarên Kurdistsanê, li gelek bajaran hat nîşandan. Filmê bi festîval û nîşandanên taybet xwe gihand bi hezaran temaşekerî. Li derveyî Tirkiyeyê mixabin nehat nîşandan, li ji bo vê amadekarî tên kirin.
Beriya ku cenabê te zend û bendan li belgefilmekê vemale, fikra mijarê çawa teşe digire?
Kurd û Kurdistan meydana min a xebatê ne. Ez bi tenê bi Kurdî dixebitim. Pêşniyazên malbat û hevalan jî çêdibin. Lê ya rastî gelek mijarên elaqedarî Kurdan hene; temenek têra belgekirina êşên Kurdan, komkujî û trajediyên bi serê wan de hatî, serhildan û qehremaniyên wan nake.
Rexneyên çawa li belgefilma Qulingê Birîndar hatin kirin?
Belgefilmê rê li ber razîbûneke xweş vekir. Bi wê hêzê, min sê projeyên din dan ber xwe.
Kasêta dengê Seyadê Şamê û hevjîna wî Zulfînaz beriya mirina Seyad bi demeke kurt hatiye qeydkirin.Birayê Seyad, Veysel Çamlibel ew gihand min. Ev deng di projeyê de gelekî tesîrker bûn.
Cenabê te dikare niha behsa projeya xwe ya bi navê Dîno bike?
Belgefilma bi navê ’Dîno’, li ser karîkaturîst Asaf Koçak e ku di komkujiya Sêwasê de jiyana xwe ji dest da. Belgefilm niha di qonaxa dawî ya beriya qedandinê de ye. Yekem nîşandana wê, wê 2´yê Tîrmehê di salvegera komkujiya Sêwasê de pêk were.
Dema ku min li ser Kurdên Anatoliya Navîn lêkolîn dikir, ez rastî navê Dîno hatim; ev Dîno, yek ji wan kesan bû ku sala 1993´yan di hotela Madimakê de hatin şewitandin. Jiyaneke wê ya ne adetî hebû. Ji eşîra Reşvan, qebîla Şêxbilan bû. Ji gundê Yerkoy ser bi Yozgatê ye ango ji Kurdên Kirşehîrê ye... Kurdbûna wî bes bû ji bo ku ez li ser wî karê belgefilmê bikim. Lewma ew hunermendekî Kurd bû ku êşên gelê Kurd û civakên bindest bi xêzan îfade dikirin. Di serî de Vahit Duran û gelek kesên din alîkarî bi min re kirin û arşîvên xwe bi min re parvekirin, û ev proje hat ber temambûnê.
Li ser her du belgefilmên din ên ku îsal cenabê te li ser wan kar dike, em çi zanibin baş e?
Du projeyên min hene ku girtina dîmenên wan bi dawî bûye. Yek jê, ji şehîdên Tetwanê Şevket Epozdemir e ku sala 1993´yan bû hedefa kujerên dewleta Tirk ku qaşo nediyar bûn. Navê vê belgefilmê Humanîst e. Ya din li ser Huseyin Paşayê Kor e ku ji lehengên serhildana Agiriyê ye. Film wê behsa serpêhatiya mişextbûna wî û zarokên wî ya trajîk û lehengî bike.
Belgefilma cenabê te ya bi navê Şûr û Qelem li ser Înstîtuya Kurdî bû…
Projeya Şûr û Qelem berfereh û gelekî demdirêj e. Em dikarin bibêjin, rêze belgefilm e. Gelek kesên ku 50-60 salên xwe dane siyaset, huner, wêje û zimanê Kurdî beşek ji vê projeyê ne. Wekî din sazîbûna Kurdan jî di nava mijarê de ne. Ha bi vê armancê projeya vegotina damezrandina Înstîtuya Kurdî ya Stenbolê çêbû. Û me ev proje wisa bi ser xist ku me galaya wê rastî 15´ê Gulana 2017’an Cejna Zimanê Kurdî anî.
Razîbûneke ku dîmenekî gelekî erênî û cihê şanaziyê derxist holê bû. Nexasim jî mamoste û xwendekarên li Înstîtuya Kurd razîbûna xwe eşkere nîşan da.
Keremo kî ye ?
Kerem Tekoglu (Keremo) sala 1984´an li navçeya Amedê Farqînê hatiye dinê. 15 salî koçberî Stenbolê dibe û dest bi xebatên siyasî û çandî dike. Keremo demeke dirêj şano kir, bi xwe jî derhêneriya lîstikên şanoyê kir û dersa şanoyê jî da.
Keremo gelek bername di kanalên radyo û televizyonê yên Kurdî de pêşkêş kirin. Televizyonvaniya xwe niha bi derhêneriyê dewam dike. Li festîvalan qederê 10 belgefilmên Keremo hatin nîşandan. Tevî belgefilmên televizyonan, pirtûk û filman, bi giştî bêhtirî 40 xebatên wî çêbûn.
Seyadê Şamê kî bû?
Seyadê Şanê sala 1922’yan li navçeya Agiriyê Bazîdê hatiye dinê. Zarokatiya wî jî bi tesîr û siya serhildana Agirî û komkujiya Zîlanê teşe girt. Ciwaniya wî jî rastî Şerê Cihanê yê Duyem hat. Ji ber fikrên xwe yên siyasî bi îdîaya ku ajanê Sovyetan e, sala 1943´yan tevî malbata xwe hat sirgûkirin navçeya Çorumê Alacayê û paşê jî hat girtin. Ev cara dawiyê bû ku hevjîna xwe Zulfînaz dît…
Seyadê Şamê sala 1944´an ji girtîgeha Mumcular a Erzromê tevî hevalên xwe firar kir, 26 rojan di berfê de meşiya û xwe gihand Îranê. Lê vê carê jî Sovyetan ew bi sîxurtiya Tirkiyeyê gunehbar kir. Salekê li girtîgehên Moskov û Tiflîsê di girtîgehê de ma, piştre jî ew şandin kampa li Sibîryayê ya ku wê 9 salan lê eziyeteke mezin bidîta. Piştî mirina Stalîn, Seyadê Şamê li paytexta Ermenistanê Erîvanê bi cih bû; li vir jî ji Radyoya Erîvanê re xebitî ku wê bibûya sersebebê dîtina malbata xwe. Li vir wî dengbêjiya xwe kir û kilam gotin.
Malbata wî ya ku heta hingê difikirî ku Seyadê Şamê miriye, piştî bi 20 salan fêr bû ku Seyad sax e. Seyadê Şamê, piştî bi 49 salan, sala 1992’yan vedigere erdên ku li wan hat dinê. Li mala lê vedigere jinekê dibîne û dipirse ka ew kî ye; ew hevjîna wî Zulfînaz bi xwe ye. Zulfînaz 48 salan her li benda wî ma ye û qet nezewicî ye. Herçî Seyad e, ew zewicî bû û keçeke wî ya bi navê Zozan hebû. Seyad, paşê dîsa vegeriya bajarê Rûsyayê Krasnodarê û di nava 4-5 mehan de wefat kir.
Serpêhatiya wî tesîr li min kir
Kilama “Esmer Eman” a ku Seyadê Şamê ruh pê anî, gelek caran ev kilam hat gotin, serpêhatiya wê hat nivîsandin. Yên ku vegotin û yên ku bi kilamî gotin jî hebûn.
Muzîkvana Oksîtanî ya ji Fransayê Eléonore Fourniau jî yek ji wan e. Fourniau ev demeke dirêj e ku elaqeya wê ji mûzîka Kurdî re heye û dersên taybet ên dengbêjiyê jî werdigire. Çileyê bihurî jî ji bo kilama “Esmer Eman” klîpek çêkiribû. Me ji Eléonore Fourniau pirsî çima Esmer Eman: “Bi êşa veqetîna 20 salan û bi efsûna hunerê ya piştî bi salan, ango dema ku li radyoyê de dengbêjî kir, vê kir ku bigihîje malbata xwe û jina ku hez jê dike; ev yek gelekî tesîrker e.”
Eléonore Fourniau dibêje, di wan kilam û stranan de ku ew bibêje, ew li girêdaneke hestî digere û ev cara yekê ye wê kilamek bijartiye ji ber ku serpêhatiya wê tesîr li wê kiriye: “Bi pirranî ez li gorî kalîteya muzîkê û gotinan dibijêrim. Heta carinan ez nikarim serpêhatiya wê fêr jî bibim. Stran û kilamên min bijartî, teqez yan hunermendeke/î ez jê hez dikim gotiye, yan jî pêşniyazek e.”
Fourniau ya Oksîtan, ji vî zimanî fêm bike jî, zimanê wê yê pê mezin bûyî Fransî ye; ji bilî Fransî bi Kurmancî, Tirkî, Rûsî, Ingilîzî û Îtalyanî jî dizane. Ji bo helwêsta Kurdan a beramberî xwe jî Eléonore Fourniau dibêje, “Ji ber ku bi Kurdî dizanim, min ji xwe dihesibînin; heta carinan hinek jê ji bîr dikin ku ez Fransî me.”