Cenazeyên endamê Asayîşê Îbrahîm Elî Derweş û welatiyên sivîl ên bi navê Hebîb Şex Elî û Îmad Seyîd Omer ku du roj berê rakiribûn Mizgefta taxa Enteriyê, pêr ji aliyê hezaran kesî ve hatin wergirtin. Hersê cenaze li vir li wesayîtan hatin siwarkirin û birin Goristana Şehîd Delîl Sarûxan. Bi deh hezaran welatî li gel wesayîtên cenazeyan heta goristanê meşiyan. Di meşê de bênavber dirûşmeyên wekî, “Şehîd namirin” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd” hatin berzkirin.
Piştî ku cenaze gihîşt goristanê, merasîm hat lidarxistin. Di merasîma ku bi rêzgirtinê dest pê kir de, li ser navê Saziya Malbatên Şehîda Elî Reşo û li ser navê TEV- DEM Ebdulkerîm Sarûxan axivîn. Ebdukerîm Sarûxan di axaftina xwe de bal kişand ser rêveberiya herêmê ya demkî û diyar kir ku ev êrîş li hemberî rêveberiya herêmê ya demkî pêk hatine. Sarûxan anî ziman ku li pişt van êrîşan rêveberiya başûrê Kurdistanê, Hikûmeta Tirkiyeyê hene.
Sarûxan destnîşan kir ku delîlên Şoreşa Rojava şehîdên wê ne û wê tu kes nikaribe vê rastiyê ji nedîtî ve bê. Di merasîmê de li ser navê malbatên Derwêş, Şêx Elî û Omer jî axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan girseyê hersê cenaze bi dirûşme û tîlîliyan sipartin axê.

Partiyên Rojava êrîşa Qamişlo şermezar kirin

Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Kurd li Sûriyê û Pariya Komonîsta Kurdistan êrîşa bombeyî ya li dijî  Navenda Asayîşa Taxa Qenat Swês a Qamişlo şermezar kirin.
Polît buroya Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Kurd li Sûriyê û Komîteya Navendî ya Partiya Komonîsta Kurdistan daxuyaniyên nivîskî weşandin û êrîşa bombeyî ya li dijî  Navenda Asayîşa Taxa Qenat Swês a Qamişlo şermezar kirin.
Di daxuyaniya Polît buroya Partiya Aştî û Demokrasiyê ya Kurd li Sûriyê de ev tişt hatin gotin: “Em êrîşên hovane yên li dijî welatî û saziyên sivîl şermezar dikin. Ev êrîş li dijî mirohiyê û li dijî aramî û ewlehiya herêmên Rojavayê Kuristanê ne.” Partiya Aştî û Demokrasiyê a Kurd li Sûriyê di daxuyaniya xwe de ji hemû pêkhateyên Rojvayê Kurdistanê xwest ku li hember êrîşan hişyar bin û alîkarî û piştgiriya Rêvebiriya Demî bikin da ku karibin herêmên xwe biparêzin.
Derbarê heman mijarê de Komîteya Navendî a Pariya Komonîsta Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîş şermeezar kir. Di  daxuyaniya Partiya Komonîst de ev tişt hatin gotin: “Êrîşên komên çeteyan ên li dijî herêmên Rojvayê Kurdistanê ne kêmî hovîtiya Nazîzmê û Faşîzmê ne. Komên çete hewl didin ku bi van êrîşan îradeya gelê me yê aştîxwaz têk bibin.”

Partiya Komonîsta Kurdistanê di daxuyaniya xwe de êrîşên komên çeteyan şermezar kirin û  banga yekîtî û hişyariyê li gelê herêmê kir û ji wan xwest ku piştgirî û alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bikin.

QAMIŞLO