Welatiyên bi navê Alî Tetik, Dikran Sayaca, Nebi Katlav, Lutfi Aksu, Halil Somer û kekê wî Nihat Somer ku li Cizîra Şirnexê di bin êrîşên rewşa awarte de ji aliyê hêzên dewletê ve hatin qetilkirin li Hezexê bi beşdariya hezaran welatiyan ve hatin oxirkirin. Cenazeyên 6 kesan ku ji Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê ji aliyê welatiyan ve hatin wergirtin bi ambulansan ve anîn pêşiya avahiya şaredariya Hezexê. Bi hezaran kesên ku tê de parlementerên HDP’ê Besîme Konca û Mehmet Ali Aslan jî heyî li ser milan bi dirûşmên “Şehît namirin” û “Bijî berxwedana Cizîrê” cenazeyên 6 kesan anîn Goristan Şeyh Hesen. 
û bertek nîşanî komkujiyan da. 
Piştî merasîmê cenazeyên Ali Tetik, Dikran Sayaca û Nebi Katlav bi dirûşma “Şehît namirin” û bi çepikan spartin axê. Cenazeyên Lutfi Aksu, Halil Somer û Nihat Somer jî li gundê Yarbaşiyê hatin definkirin.


Urge û Aşkan hatin veşartin

Ji ciwanên di serdegirtina li maleke li Wanê de hatin înfazkirin, cenazeyên Umît Urge û Denîz bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Malbatan cenazeyên Umît Urge û Denîz Aştan ji morta Saziya Tipa Edlî ya li Meletiyê wergirtin û anîn Wanê. Cenazeyên ku li navçeya Westanê ji aliyê konvoyeke ji sedan wesayîtî ve hatin pêşwazîkirin, birin Şehîdgeha Yenî Mahalle.

Di merasîma ku bi deh hezaran kes beşdar bûn de, endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Çîmen Alturk, Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî, Hevserokên DBP’ê yên Bajarê Wanê Caziye Dûman û Okkeş Kawa, Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Wanê Derya Hayva, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Wanê û Hevşaredarên navçeyê, Rêxistinên HDP-DBP ên Bajar û navçeyan, Dayikên Aştiyê û Pêkhateyên KJA’yê amade bûn. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK’ê hatin hildan. Girseya gel dirûşmên “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Şehîd Namirin” û “PKK gel e gel li vir e” qîriya.

Piştî bicihanîna wecîbeyên olî, ji bo bîranîna “Şehîdên Aştî û Azadiyê” deqeyek rêz hat girtin.  Di dema meresîmê de savê Urge Haydar urge û bavê Aşkan Cemîl Aşkan jî axivîn û gotin, “Şehîd şehîdên gelê me ne. Bila serê gelê Kurd sax be.


 ŞIRNEX/WAN