Qurbanên xwe bidin Efrîniyan
Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) weke her sal îsal jî alîkariyên ku meha Remezanê berhev kirî, çi fitre, çi zekat û çi sedeqe bin, hemû gihandin malbatên ji Efrînê koçberî Şehbayê bûyî. Serokê CÎK´ê, Hafiz Ahmet Turhalli bi daxuyaniyeke nivîskî got, „Mala xwedê ava be, çar rojan nedihiştin hevalên me derbasî Rojava bibin ji Başûrê Kurdistanê. Niha hevalên me derbas bûn, dilê me jî êdî rehet e; Fitre û zekata me berhevkirî, me gihand malbatên ji Efrînê koçberî Şehbayê bûyî. Yên ku alîkarî kirine, yên ku berhev kirine û yên ku gihandine, Xwedayê Rehman ji we teva razî be.“
Turhalli wekî din bi bîr xist ku wan kampanyayeke alîkariyê bi minasebeta cejna Qurmabê jî daye destpêkirin, banga beşdariyê li bawermendan kir û got, em ê van qurbanan jî bigihînin wan malbatên ji Efrînê koçberî Şehbayê bûne.
Turhalli tevî daxuyaniya xwe dîmenê heyeta CÎK´ê ku alîkarî gihandin koçberên ji Efrînê jî belav kir. FRANKFURT