Elî Ekber Haşmî Refsencanî ku wekî qutuya reş a komara îslamî dihat nasîn, her wiha yek ji 5 kesên herî nêz ên hevalên Xumeynî bû, bi rewşeke gumanbar mir.
Refsencanî bi destpêka sala 1960´an bû heval û hevreyê Xumeynî û bi hev re li dijî şahê Îranê mûxalefet kirin. Di damezirandina rejîma komara îslamî de xwedî rolekî mezin û li kêleka rêberê olî yê rejîmê de cih girt. Gava meriv li dîroka sazkirina rejîma îslamê ya Îranê mêze dike di her qonaxên guherîn mudaxele, teror, rêvêberinan de cih girtiye û şopên wî heye. Bi damezirandina komara îslamî re di mudaxaleya li ser Kurdistanê, cih girtina nav heyeta muzakerê, qetlîam û serqut kirina hêzên siyasî de her navê wî hebû. Yek ji damezirînerên Partiya Komara Îslamî bû ku piştî çend salan Xumeynî ev îptal kir.
Wî wekî serokê parlemanê ji sala 1980´an heya 1989´an, piştre jî du dewra wekî serokkomar kar kir. Her wiha wekî cigirê Xumeynî, fermandarê giştî şerê Îran û Iraq,ser sipahê pasdaran jî îmza wî di bin gelek qetlîaman de hebû. Rol û mîsyona Îtlaatê jî wekî rêkxistin û piştgiriya bilind kir û ji bo hilbijartina Xatemî û Rohanî wekî serokkomar piştgirî da. Lê ti carî rûyê xwe yê rast nîşan neda. Qetlîam kir û dengê xwe jî dernexist bileks xwe reformîst nîşan da û di rastiyê de jî ne reformîst bû. Bûbû hêviya gelên Îranê û dijminan, lê esla ne hêvî bû, parazvanê rejîmê bû heta ev rejîm bi xwe bû.
Refsencanî bi wateya rast damêzrêner, parêzvan, siyasetvanê rejîmê û “qutiya reş a rejîmê” bû. Ev yek ji wan siyasetmedarên rejîmê bû ku karîbû di heman demê de li gel Îsraîl û Siudî Erebîstanê dostanê bike û ji Îsraîl di dema şerê Îran û Iraqê de silah bigire.
Refsencanî di avakirina saziyên stratejîk ji bo parastina rejîmê de jîhatî û fêlbaz bû. Di jiyana xwe ya siyasî de çend caran bêdeng ma yek xistina hebsa malê ya Ayetullah Muntezrî ku dema Ayetullah Ali Hamaney de ew bêdeng kirin yek din jî di xistina hepsa malê ya Musewî ku namzeta xwe ya serokmarî danîbû di dema Ehmedî Nejad de. Mijarê Refsencanî çima girîng bû û diviyabû hesabê xwe bidaya. Ji ber ku qetlîam û kuştinên çalakgerên siyasî li hemû Îranê û nexasim di kuştina Kurdan de xwedî roleke sereke rabû. Dikarîbû ji her alî ve bilîze. Opozîsyoneke sexte di nav Îranê de çêkiribû ku her kes li bendê bû ku li Îranê tiştnên nû biqewime. Her kes bi xwe re mijûl kiribû û xistibû nav xeyalan.
Aniha mirina Refsencanî çima bi guman e? Demeke mirina Xameney yê rêberê rejîmê ketibû rojevê. Nexweşiya wî ji alî Refsencanî ve hatibû eşkerekirin, lê bi awayekî siyasî û zîrekane. Got ku “Anha di vê rewşê de ku tendûristiya rêber xirab e, bi şev xwev nakevin çavên min, ji ber kesî din nîne li şûna wî rêbertî bike.” Bi vî rengî hem eşkere kir ku Xameney di demên pêş de wê ji ber nexweşî bimire û hem jî got kesî layiq û têgihiştî nîne, ji bo desthilatdariyê şer heye.
Ev bû demeke dirêj e nakokî di navbera rayedarên rejîmê de heye. Ji bo wê şer gihişt asta tunekirina hevûdû. Wekî din desthilatdarî ji hevalê herî nêz re jî rahim nake. Ji wan kesan ku hevalên herî nêz hevûdû ne û rojê damezirandinl ve bawer dikirin ku Musewî maye û ji ber vê şerê jî aniha di hepsa malê de ye.
Di rastî de şerê hundirê rayerdarên Îranê ku mirin û windahiyên di pey xwe de dihêle şerekî veşartî ye û tê dîtin. Lê “qutiya reş” nema ku behsê wî bike û bi xwe ji çû, heger bimaya û di dahgehekî adil a gelên Îranê de bihatiba darizandin, wê baştir ba ji mirinekî bi veşartî.