
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da xuyakirin, ku hemû hêzên qetlîamker û yên destekê didin polîtîkayên komkujiyê yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê di hedefê de ne û bang li rewşenbîr û hêzên demokratîk kir, ku xwedî li xwerêveberiyên Kurdan derkevin. Hozat destnîşan kir ku êrîşên li dijî avahî û cihên AKP'ê rewa ne û got, "Tişta li hemberî vê komkujî û qirkirina dijwar were kirin, li her cihî xurtkirina berxwedan û têkoşînê ye."
Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat, di bernameya 'Polîtîk Alan' a MED NÛÇE de axivî û da zanîn ku di rewşa heyî de zext û faşîzmeke giran li ser civaka Tirkiyeyê heye. Hozat diyar kir ku tevî rojnamevan û aktîvîstên mafên mirovan bi hezaran kes ji ber pêkanînên kêfî yên hikûmeta AKP'ê hatine girtin û got, "Li Kurdistanê faşîzm hebe, li Tirkiyeyê demokrasî nabe. Ji xwe tê dîtin, ku nabe. Niha li ser civaka Tirkiyeyê polîtîkayeke giran a zext û melisandinê heye. Di heman demê de zext û sansureke dijwar li ser çapemeniyê heye. Rojnamevan û aktîvîstên mafên mirovan tên girtin. Mirovên di asta herî lîberal de diaxivin, têdikoşin û nerazîbûna xwe nîşan didin tên girtin, rastî gef û lîncê tên. Mirov nikarin bi awayekî azad bijîn."
'Li gelemperiya Tirkiyeyê faşîzma AKP'ê heye'
Hozat destnîşan kir ku heta polîtîkaya înkar û tinekirinê ya li dijî Kurdan bidome, wê faşîzma li Tirkiyeyê ti carî bi dawî nebe, zext û pêkanînên antî-demokratîk ên li ser civakê her hebin û bal kişand ser vê xalê: "Rewşa ku niha diqewime ev e. Li Kurdistanê jî li Tirkiyeyê jî faşîzm heye. Heman pêkanîn bi rê û rêbazên cuda bi cih tê anîn. Li Kurdistanê, ji ber ku Kurd li dijî vê li ber xwe didin û têdikoşin, rastî zext û komkujiyan tên. Lê belê, ji ber ku li Tirkiyeyê li pêşberî van polîtîkayan rewşeke bêdeng û melisandî heye, ev polîtîka bi hêsanî tên meşandin. Lewma ev bêdengî çiqasî bidome, wê faşîzm dijwartir û xurttir bibe. Yekane rêya şikandina vê yekê, berxwedan e."
'Înfaz û komkujî wê belav bibin'
Hozat da zanîn ku êrîş û komkujiyên li Kurdistanê li hemberî berxwedanên xwerêveberiyê tên kirin, wê bi tenê li Kurdistanê nemînin, tehlûke heye ku li gelemperiya Tirkiyeyê belav bibin û got, "Ev komkujî û qirkirinên îro li Kurdistanê, di demeke kurt de wê li Tirkiyeyê jî bikevin rojevê. Ev zext wê li hemberî komên çand û baweriyên civakî, mirovên lîberal, laîk û beşên cuda yên civakî, bên kirin. Dibe ku înfaz û komkujiyên fîzîkî jî rû bidin. Yanî ev rewşa li Kurdistanê wê bi tenê li Kurdistanê nemîne."
'Divê ciwanên metropolan rabin ser piyan'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bang li Kurdên li metropolên Tirkiyeyê kir û destnîşan kir, ku divê AKP û hemû hêzên destekê didin AKP'ê hedef bên girtin. Hozat ev bang li Kurdan, bi taybetî jî li ciwanên li metropolên Tirkiyeyê kir: "Girîng e bi mîlyonan Kurdên li metropolên Tirkiyeyê rabin ser piyan û serî hildin. Divê Tirkiyeyê bikin qada şewatê. Pêwîst e ku ciwanên Tirk û ciwanên ji komên din ên etnîkî jî bi heman rengî rabin ser piyan. Hem li Kurdistanê hem jî li Tirkiyeyê. Êrîşa li hemberî cih û avahiyên AKP'ê rewa ye. Lewma, divê her cihên AKP'ê bên şewitandin û hilweşandin. Hêzên qetlîamker û hemû hêzên destekê didin van polîtîkayên komkujiyê yên li Kurdistan û Tirkiyeyê di hedefê de ne. Ev yek mafê parastina rewa yê Kurdan û ciwanên Kurd e. Tişta li hemberî vê komkujî û qirkirina dijwar were kirin, li her cihî xurtkirina berxwedan û têkoşînê ye. Ji ber vê yekê dibêjim, gelê Kurd, dostên wan û hemû hêzên demokratîk ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, rabin ser piyan û xwedî li vê berxwedanê derkevin."
'Komkujî dewama Mereşê ne'
Hozat di 37. salvegera komkujiya Mereşê de, mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anîn û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Komkujiya Mereşê, komkujiyeke welê ye ku divê ji gelek aliyan ve bê nirxandin. Komkujiyên niha dewam dikin, dewama komkujiya Mereşê ne. Ev komkujî jî dewama komkujî û polîtîkayên qirkirinê yên sed salî yên li dijî Kurdan e."
Banga tevlîbûna têkoşîna azadiyê
Hozat ragihand, ku komkujiyên bi heman rengî îro jî bi rengekî dijwar dewam dikin û destnîşan kir, ku mîna komkujiya Mereşê, wê îro jî dewleta Tirk bi ser nekeve. Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê bi bîr xist, ku bi komkujiya Mereşê re ji bo Kurdên Elewî berê xwe nedin nava refên PKK'ê hatine koçberkirin û anî ziman ku Kurdên Elewî li metropolên Tirkiyeyê û Ewropayê jî xwe gihandin PKK'ê û bi vî rengî armancên dewleta Tirk pûç kirin.
Hozat da xuyakirin, ku polîtîkaya komkujiyê ya îro jî, bi vî rengî dikare bê pûçkirin û got, "Rê û rêbazên vê diyar in. Tevlîbûna nav refên têkoşîna azadiyê û meşandina têkoşînê. Bi vî rengî, polîtîkayên qirkirina çandî dikarin bi temamî bên pûçkirin. Ji bo vê, divê xwedî li ziman, çand û nirxên neteweyî bê derketin û bên jîndarkirin."
ANF/BEHDÎNAN
'Em bi xurtî rabin serhildanê'
Li bajarê Elmanya Wûppertalê, li ser qewimînên dawî yên li Kurdistanê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civîneke gel hat lidarxistin. Weke qiseker Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal beşdarî civînê bû.
Kartal piştî civînê bersiv da pirsên ANF'ê û got, "Xwerêveberî, vîn û projeya çareseriya siyasî ya gelê Kurd e. Gelê Kurd xwerêveberiyan, xweseriya demokratîk û çareseriya pirsgirêka Kurd esas digire. Pêwîst e li bajar û navçeyên din jî xwerêveberî werin ragihandin."Kartal bi bîr xist, ku hema piştî Adarê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şidandin û got, "Em vê weke destpêka fermî ya şer dibînin."
Kartal xwerêveberî weke projeya çareseriya siyasê ya ya gelê kurdan nirxand û got, "Divê gelê me li deverên din serhildanên bi bandor ên gel pêk bîne û destekê bide bajarên xwerêveberiyan. Ev yek bi tenê bi Kurdistanê re ne bi sînor e.
ANF/WUPPERTAL