
Li Berlînê ya paytexta Elmanyayê di semînerê de nivîskar û lêkolîner Elî Cefer ku ji mêj ve li ser babeta Kurdên li dîasporayê kar dike li ser salên 1949 û 1975´an yên Komelaya Xwendekarên Kurd Li Ewrûpa (KSSE) axivî.
Nivîskar Cefer da zanîn ku di salên 1948´an de Îsmet Şerîf Wanlî û Nûreddîn Zaza li Swîsreyê bûne, wisa jî destpêka sazkirina komeleya xwendekaran vegot: “Wê hingê xwendevanekî xelkê Silêmaniyê yê bi navê Ebdullah Qadir jî li wir bûye. Gava Şerê Duyemîn ê Cîhanê destpê dike (1939) hikûmeta Iraqê bang lê dike ku çiqas xwendekarên Iraqî hene tevde vegerin. Qadir venagere, hikûmet jî alîkariya wî qut dike. Her wisa ew jî dikeve rewşeke pir dijwar de. Piştre jî bi Nûreddîn Zaza û Kurdên din re tên cem hevdu û li riya çareseriyekê digerin. Wê demê ev fikir li cem Nûreddîn Zaza peyda dibe. Dibêje, li gel ku em wek hejmar hindik in jî, ka em çi dikarin bikin, girêdaneke di navbera xwe de saz bikin. Xortên Kurdan yên heyî li hev kom bikin. Him hevdu nas bikin û him jî gava yek ji me ket tengasiyan, em bikarin alîkariya hevdu bikin. Wê demê 6 xwendekarên Kurd ku di nav wan de Nûreddîn Zaza, Îsmet Şerîf Wanlî, ji Başûr Şewket Ekrawî, Ebdullah Qadir, ji Rojhelat jî Ehmed û Ebdurrahman Qasimlo hebûne. Di meha yekêya sala 1949 an de li Swîsreyê civatekê lidardixin. Ev dibe bingeha danîna komeleyê.”
Komunîst li dijî wan derdikevin
Demeke kurt derbas dibe, ji bo Mîhrîcana Lawan a Cîhanê ya li Budapesteyê tên vexwendin. Nûreddîn Zaza û du kesên din li wir amade dibin, bi qasî 5 hezar kes beşdar bûne. Li wir komunîstên Suriyeyê û yên Îranî li dijî beşdariya wan derdikevin. Qebûl nakin ku bi navê Kurdistanê beşdar bibin. Nûreddîn Zaza cilûbergên Kurdî li gel xwe birine û li xwe dikin, li pêş beşdaran diçin û tên. Ew kinc gelekî bala rojnamevanan û yên beşdaran dikişînin. Wisa jî him tên qebûlkirin û him jî dîplomasiyekê çêdibe. Roja dawiyê jî bi navê Barzanî helbesteke Kurdî dixwînin. Komunîst zor tûre dibin. Bi tundî li dij derdikevin û antî propagande dikin. Dibêjin, ev nasyonalîst in, nijadperest in, paşverû ne, em înternasyonalîst in, çênabe ev cure di nav me de hebin. Ango dibêjin; ev mîhrîcan bi navê dewletan e û ev jî bê dewlet in, çawa tevli dibin? Wê demê Ehmed Qasimlo jî hevalê TUDEH a Îranê bûye, zextê lê dikin ku xwe ji Komelayê bikişînin. Ew jî xwe jê vedikişînin û 4 kes dimînin. Li aliyê din jî Zaza ji Sûriyeyê hatiye û dixwaze xwendina xwe temam bike. Her wisa piştî salekê dibêjin em niha karê komeleyê rawestînin ev kar heta sala 1956´an wisa dimîne.
Zaza carekî din hewla sazkirinê dide
Paşê rehmetiyê Nûreddîn Zaza dibihîse ku ji Bakur, Rojava û ji beşên din jî hind xortên Kurd hatine, ew jî li vir (Elmanya) Dr. Ehmed Zemçî yê xelkê Efrînê heye. Zaza û Zemçî bi rêka nameyan li gel xortan dikevin têkiliyê û ji wan re dibêjin; em dixwazin li vir komeleyekê vekin. Di 2´ê Tebaxa sala 1956´an de li Wiesbadenê ev civat tê girêdan. 17 xwendekarên Kurd tevli dibin. Ji Bakur kes nîne, ji Rojhelat jî Mistefa Sedrî Qadir heye. 6 kes ji Rojava ne û yên din tev de ji Başûr in. Komelaya xwe nû û nûjen dikin û dest bi karê xwe dikin. Komele Kurdistanî bûye, kovar û rojname bi sê zimanan Kurdî, Erebî û Îngilîzî derdixin. Ji wan Kurdistan kovar Înglîzî, dengê komelê Erebi, yek hejmar bi Kurdi, 11´ê Îlonê Kovar bi Erebi, Kovara Peyman bi Soranî, rojnameyên Elmanî, Çekî jî hatîn derxistin. Li aliyê din 17 şax li 17 welatên Ewrûpayê hebûne û her yek ji wan jî bi zimanê wî welatî rojname û kovar derxistine. “
Piştî 1975´an dibe du qet
Ev komele heta sala 1975´an dirêj dike û di wê salê de dibe du qet. Aliyekî din jî ev e ku tev de xort bûne, jin li gel wan nebûne. Di wê demê de haya raya giştî ya Ewrûpî ji miletê Kurd nebûye. Helbet ev ne ji bo siyasetmedar, zanyar û berpirsên van welatan e. Ew ji mêj ve hay ji Kurdan hebûn. Lê wan ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî yên li gel dagirkerên Kurdistanê nexwestin babeta Kurd ji raya giştî re eşkere bibe. Endamên komeleyê zehmetiyên pir mezin dîtine.
Heta sala 1975´an 17 kongre
Komele heta sala 1975´an 17 kongreyên xwe çêkirine. Li gorî tûzûkê salê carek kongre çêdibe. Ji bilî çend salan ev rêkûpêk hatine kirin, lê piştî salên 70´yî ku nakokî (ji 63 - 64 an ve destpê kiribûn) di navbera Îbrahîm Ehmed û Mele Mistefa de derdikevin li komeleyê jî bandora xwe dike. Heta salên 67 an jî aliyê Îbrahîm Ehmed di komeleyê de serdest in. Piştre aligirên Barzanî bi ser dikevin.
Di komeleyê de jin pir kêm in
Ji destpêkê heta dawiyê jin pir kêm in. Yek ji wan Şîrîn Eqrawî ye, Ji Bakur Leyla Bucak, Dûrriye Ewnî ji Kurdên Misrê ye. Zozan Bucak keça Faîk Bucak heye ku di rêveberiya komeleyê de jî cih digire. Komele hewla tevlibûna tevahiya çalakiyan dide û bi taybetî jî di Newrozan de beşdar dibin. Gelek Ewrûpî vedixwînin û danasîna Kurdan dikin. Navenda wê heta sala 1975´an Berlîna Rojava bûye, lewre taybetmendiyeke Berlîna Rojava hebûye. Ji ber serbestiyê hatin û çûyîn jî rehetir bûye.
Karên baş hatîn kirin
Di Newrozan de gelek Ewrûpî beşdar bûne. Ev kongre di dîroka komeleyê de gelek girîng bûne, lewre pir mêvanên Ewrûpî jî hatîn û beşdar bûne. Gelekan jî alîkarî dane Kurdan. Niha em dibînin ku Ewrûpî ji meseleya Kurdan agahdar in, divê em keda komeleyê ji bîr nekin. Rojname û belavokan heta li qutîkên posteyan yên malan jî belav dikirin. Gelek caran bi pirsgirêkan re jî rûbirû diman, lê dev ji xebata xwe bernedidan…”
Nakokiyên nav PDK´ê komele parçe kir
Nivîskar û lêkolîner wiha behsa sedemên du qet bûna komeleyê kir: ”Mixabin piştî 64´an li şûna ku komele roleke erênî di navbera Partî Demokrat, Î. Ehmed û Mam Celal wan de bilîze ew jî dibe aliyekî pirsgirêkê. Heta dibe bargiraniyek li ser her du aliyan. Kemal Fuat (YNK) aliyekî û Tariq Eqrawî jî aliyekî dikişîne. Carna jî kongreyên xwe cuda çêdikin. Lê piştî di navbera hikûmeta Iraqê û Kurdan de lihevkirinek çêdibe, li vir jî her du alî cardin tên cem hev. Piştî sala 1972´an alîgirên Barzanî bendekê dixin tûzûkê. Ew bend jî wiha ye: Mele Mistefa Barzanî serokê şoreşa Kurdî û tevgera rizgarîxwaz a Kurd e. Ango her kî bikeve komeleyê divê Barzanî pêş de qebûl bike. Hem wek serokê Kurdan û serokê tevgera rizgarîxwaz li Ewrûpa jî. Her çiqas Partî Demokrat lê zêde bûn, lê komên din jî hebûn. Alîgirên Îbrahîm Ehmed li dijê vê derdikevin û daxwaza wan jî rewa bûye. Komele heta kongreya 17´an dewam dike, di kongreya 17 an de dibe du qet. Kongre dikeve destê alîgirên Mele Mistefa ango Partî Demokrat. Wek me got, xebatên baş hatine kirin. “