Li Rojava di demeke kurt de 8 ji wan girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojava ji dehan zêdetir kanalên radyoyê dest bi weşanê kirin. Amadekarî hene ku li gel radyoyên jinê, 3 radyoyên nû jî bên vekirin. Ji bo pêşxistina xebatkarên radyoyê jî dewreya perwerdeyê hat destpêkirin.

Di şoreşa Rojava de tevî xemû xebatan di qada ragihandinê de pêngaveke nû hat destpêkirin û gelek sazî hatin damezirandin. Li Rojava ku bi salan zimanê Kurdî hatibû qedekirin, rojnamegerî li pey şopa kovara Kurdî Hawar û Ronahiyê ji nû ve zindî bû. Tevî xebatên televîzyon, ajans û rojnameyê yek ji wan xebatên ku ji nû ve roj bi roj pêş ket jî xebatên radyoyê bû. Li rojava tevî xebatên televîzyon, ajans û rojnameyê xebatên radyoyê jî gelekî berfireh bûye û di pêvajoya avakirina şoreşê de rolekî sereke dilîze.

Xebatên radyoyê, berî îlankirina Şoreşa Rojava dest pê kiriye û Kantona Cizîre jê re pêşengî kiriye. Radyoya destpêke ya Kurdî ku li Rojava hat sazkirin Radyoya Dengê Cûdî bû. Di sala 2011`an de hate vekirin û li ser frekansa 101, 5 weşanê dike. Dengê Cûdî bi weşana xwe di destpêka şoreşê de rolekî mezin leyîst. Li bajarê Qamişlo weşane dike, lê li hin bajarên Bakurê Kurdistanê jî tê guhdarkirin.


Herêma eskerî weşanê dike

Dûre li pey hev radyoyên nû hatin vekirin. Ji ber derfetên teknîkî yên li Rojava têrî frekansên birfireh ên radyoyê nedikir û cografyaya Rojava ne bilind bû, radyoyeke ku karibe li tevahiya Rojava weşanê bike ne mimkûn bû. Ev sedem jî hişt ku li tevahiya bajarên Rojava radyoyên herêmî bên sazkirin. Radyoya duyemîn jî Radyoya Rojava FM bû û piştî salek amadekarî hate kirin, di Nîsana 2013`an de li herêma Qeraçox a li Dêrikê dest bi weşanê kir. Taybetmendiya Rojava FM ew e ku li herêma eskerî weşanê dike û ji ber vê yekê xebatkarên wê şervanên YPG/YPJ ne. Rojava FM, ji ber cihê vê radyoyê bilind e û hêza frekansa wê xurt e weşana xwe digihîne gelek bajarên Bakurê û Başûrê Kurdistanê jî. Tevî Zaxo, Şengal û navçeyên Batman, Şirnex, Mêrdînê û Amedê li tevahiya herêma Cizîrê, çiyayê Kizwanan û Şedadê jî dikare were guhdarkirin. Rojava FM, li ser frekansa 89,4 di navbera seat 07.00 û 01.00`an de 18 saet bi Kurmancî û Erebî weşane dike. Di gelek bernameyên radyoyê de gelê li Bakur û Başûrê Kurdistanê û xelkê Asurî û Ereb yên li Rojava jî beşdar dibin.


Xabur FM ji Hesekê weşanê dike

Radyoya Xabûr jî di 6`ê Îlona sala 2014`an de li Hesekê hate sazkirin. Radyoya Xabûr ku li ser 98,5 weşane dike, di navbera herêma Til Temîr û Hesekê tê guhdarkirin. Hesekê yek ji bajarê ku gelên Kurd, Ereb, Ermen û Suryanî bi hev re dijîn û vekirina radyoyê xizmetî biratiya gelan kiriye. Ji ber li gorî herêmên din yên Rojava li herêma Hesekê şêniyên Ereb zêdetir in, li gorî radyoyên din di weşanê de Erebî zêdetir tê bikaranîn.


Li Amûde Orkeş FM

Li bajarê Amûde jî di Îlona 2014`an de radyoya Orkeş dest bi weşane kir. Radyoya Orkeş FM, li ser frekansa 103,0 weşanê dike û ji Mêrdîne û Qoserê jî dikare were guhdarkirin. Radyoya Orkêş, navê xwe ji paytexta Împaratoriya Hurriyan ku berî vê bi 5 hezar salan li xakên Kurdistanê û li herêma Amûde jiyane digire.

Ji xebatkarên radyoya Orkeş FM`ê Abid Hisên berê mamosteyê zimanê Erebî bû lê dema radyo hate vekirin, dev ji mamostetiyê berda û dest bi vê xebatê kir. Ev 6 meh in ku li vir kar dike û tevî xebatên teknîkê yên radyoyê bernameyan jî pêşkêş dike. 


Waşûkanî dengê Serêkaniyê ye

Radyoya Waşûkanî jî li ser frekansa 89,7 ji Serêkaniyê weşanê dike. Berî vê bi saleke hatiye vekirin. Waşûkanî hem ji li ser xet û binxeta Serêkaniyê dikare were guhdarkirin û bi weşana xwe sînorên di navberê de radike.

Xebatkara radyoya Waşûkanî Cîhan Eyo jî ji destpêkê ve di nav xebatên radyoyê de cîh girtiye û salek zêdetire kar dike. Hem li dibistanê dersan dide hem jî li radyoyê dixebite. Cîhan Eyo dibêje, ‘’Em hewl didin fikrê netewa demokratîk ragihînin. Eleqeya gel gelekî zêde ye. Li Serêkaniyê pêkhateyên din jî hene û em dixwazin ew jî di radyoyê de bernameyan çêbikin. Lê ji ber ji xelkên Suryanî gelekî ji wan koç kirine pirsgirêka dîtina xebatkaran heye. Pirsgirêka me ya herî mezin elektrîk bû lê ew jî çareser bû. Em dixwazin dengê şoreşê bigihînin her derî.’’


Radyo sînor rakirin

Radyoya herî nû ya li Rojava, radyoya Dirbêsiyê ye û di sala 2016`an de li ser frekansa 96,7 dest bi weşane kir. Lê di demeke kin de gavên gelekî mezin avêt û niha yek ji wan radyoyên ku xwedî bernameyên gelekî dewlemend e. Dirbêsiyê FM jî tevî bajarên Kantona Cizîre, dengê xwe digihîne Bakurê Kurdistanê jî.

Li Kantona Cizîrê tenê li bajarê Tirbêspiyê radyo nehatiye vekirin û ji bo vekirina vê radyoyê jî amadekarî hene.


Efrîn FM

Ji bilî Kantona Cizîrê, li Kantona Efrînê jî Efrîn FM weşana xwe didomîne. Li Kobanê berî berxwedana Kobanê radyoya bi navê Dengê Kobanê hatibû vekirin. Di dema êrîşa li ser Kobanê de demeke navber da weşana xwe lê belê piştî rizgarkirina Kobanê bi demeke kin dîsa dest bi weşana xwe kir.

Ji ber şert û mercên şer ên Rojava heta niha derfet tine bû ku radyo li ser înternetê werin guhdarîkirin. Lê ji bo ku radyoyên Rojava karibe li ser malperên înternetê werin guhdarîkirin jî amadekarî tên kirin.

Ne tenê li Rojava, li Şengalê jî weşanên radyoyê hene. Di Mijdara 2015`an de radyoya Çira Şengal FM li ser frekansa 93,8 dest bi weşanê kir.  Li seranserê Êzîdxan, li bajarên Rojava Qamişlo, Hesekê, Dêrik û kampa Newrozê û li gelek bajarên Başûr û Bakurê Kurdistanê jî dikare bê guhdarkirin.

Di warê madî de pêdiviyên radyoyan ji aliyê komûn û meclîsên wî bajarî ve tên bicîhanîn. Tevî şert û mercên şer meclîs, ji bo çêkirina cihê radyoyê û bicîhanîna pêdiviyên wê alîkariyê didin.



DENGÎR GUNEŞ/QAMIŞLO