XALID CÛMA / ANHA / REQA


Radyoya Dengê Ciwanan (Sewt El-Şebab) dest bi weşana xwe kir. Radyoya ku navenda wê li bajarokê Hezîma ye, li ser pêla 101.1 MHz dest bi weşanê kir. Tê payîn ku piştî 10 rojan bernameyên civakî, siyasî û ciwanan û bultenên nûçeyan bêne weşandin.

Xebatkarên radyoyê jî 7 kesin, 4 jin û 3 mêr in. Hevserokên radyoyê Ayat Derwîş û Enes Ebdullah axivîn û got, ″Em bi hêvî ne ku xelkê Reqayê bi dengê xwe piştgiriya radyoyê bikin, ji ber ku dengê wan siberoja wan û me ye″.