Nor Radyo, di salvegera qetilkirina Hrant Dînk de hat avakirin û ev 4 sal in weşanê dike. Xebata vê radyoyê ji aliyê 50 dildaran ve tê meşandin. Yek ji van dildaran û çêkerê bernameya Dengê Hêviyê ya bi kurdî Bedel Boselî, der barê Nor Radyo de, ji Rûdawê re axivî. Boselî da zanîn ku radyo, bi zimanên kurmancî û zazakî ango kurdî, ermenî, turkî, gûrcî, çerkesî, çeçeni, adîxeyî, lazî, hemşînî û gelekên din weşanê dike.
Boselî ev agahî dan: "Bernameya Dengê Hêviyê bi kurdî-kurmancî ye. Li ser dîrok û rojeva kurdan weşanê dike. Em xebatê bi awayekî zibare ango hevpar dimeşînin. Piştî kuştina Hrant Dînk, ji bandora hizr û têkoşîn û helwesta wî ev proje peyda bû. Bi taybetî hevalên ermen pêşkêşiya vê projeyê dikin. Peyva Nor bi zimanê ermenî ye û bi kurdî dibe nû."

Xebateke xweser û azad
Boselî da zanîn ku armancek taybet a vê radyoyê ew e ku xwe bigihînin ermenên li cîhanê, têkîliyekê çêbikin, di navbera ermenên ku belavî cîhanê bûne de girêdanek û tevnekê saz bikin. Boselî der barê xebata li Radyo Nor de hestên xwe jî wiha anîn ziman: "Ked û karên cîvakî yên dilsozan e, tamek cuda didin mirov. Mirov nikare di çi xebat û kedên din de tamek wisa wergire. Di serî de min digel vê radyoyê dest bi xebatê kiriye. Her bernameçêker azad û xweser e. Li ser bingeha mafên mirovan û ehlaqek pak mirov dikare her tiştî bibêje û pêşkêş bike. Rêxistinek zelal û pak û samîmî ye. Di nav xwe de demokrasiyek rast peyda kiriye. Ev ceribandinek nûjen û pir cuda ye. Hêvî dikim ku cîvat sûd jê wergire."

Dengê hemû çandan
Nor Radyo, di înternetê de li ser navnîşana www.norradyo.com weşanê dike. Xebatkarên Nor Radyo dibêjin ku ev projeyeke radyoya înternetê ye, ji bo hemû gel bikaribin xwe bi awayekî azad bînin ziman û çandên xwe parve bikin hatiye damezrandin.  Nor Radyo di malpera xwe de armanc û helwesta xwe bi van gotinan tîne ziman: "Nor Radyo, dengê pirçandî û jiyana bi hev re ye. Li ser vê esasê, li hemberî neteweperestî, cudaxwaziya bi her awayî ya nijadî, etnîkî û zayendî, ji bo aştî, biratî û wekheviyê têdikoşe. Hemû dostên van hestan dixwazin dewlemendiya xwe ya çandî parve bikin û li ser vê platforma azad bêne gel hev."

PAYÎZ BADIKAN/HEWLÊR