Radyoya Qerejdaxê di sala 1994’an de bi zaravayên Kurdî Kurmancî û Dimilî, bi Tirkî û erebî dest bi weşanê kir. Radyo bi vê dewlemediya xwe ya pirzimanî li Kurdistanê radyoya yekemîn tê nasîn. Radyo ev 21 sal in ligel cezayên girtinê û cezayên pereyan lê hatiye birîn jî weşana xwe didomîne. Her çiqasî di aliyê aborî de zehmetiyê dijî jî dîsa bi tu awayî dest ji weşana xwe rastiyê digihîne gel bernade. 

Rêveberê radyoyê Salih Erbekler der barê polîtîkaya weşanê û xebatên xwe de agahî da. Erbekler diyar kir ku ev 21 sal in bûye dengê hemû gel û baweriyan û wiha got: “Ji 1994’an heta 2000’an li ser biryara RTUK’ê radyo 3 sal hat girtin. Her tim muzîkên di radyoyê de dihatin weşandin wekî hinceta girtinê nîşand dan. Piştî 2000’an me dîsa dest bi weşanê kir û sala 2003’yan de navê wê guherand û kir Radyo net. Di 2003’yan de ji bo navê wê yê berê em paşve bigirin me serî li RTUK’ê da û careke din navê Radyo Qerejdax wergirt. Radyo Qerejdax li tevahiya herêmê tê nasîn.”




Eleqeyeke zêde heye 


Erbekler anî ziman ku armanca avakirina Radyoya Qerejdaxê ji bo bibe dengê pêkhateyên Rihayê û wiha pê de çû: “Em ji bo jin, ciwanan, bawerî û nasnameyên cuda bernameyan çêdikin. Em di zimanên din de jî weşanê dikin. Niha li Rihayê radyoya herî zêde tê guhdarkirin radyoya me ye. Em her tim bibin dengê gelên Rihayê.”

Erbekler bilêv kir ku radyo li ser pêla 88.0 a FM’ê weşana xwe dike û got ku ne tenê li Rihayê li navçeyên wê jî tê guhdarkirin. Erbekler derbirî ku di weşana nû de bernameyên rengîn amade kirine û wiha domand: “Me bernameyên wekî Kente Daîr, Daxwazî, Awaz û Daxwaz, Pozîtîf Pencere, Dengê Jinê, Yerel Meclis Gündemi, Rojnameyên Rojê, Rojava Rengîn, Helbest û Huner, Dengê Ciwan, Nûçe, Bernameyên Taybet, Ol û Civak, Dîroka Gelan, Jêdara Ziman ve Rojeva Hilbijartinê amade kiriye.”


 ÎBRAHÎM POLAT 
/ DÎHA/RIHA