Berdevka Karên Hundir a Partiya Çep Ulla Jelpke ji bo DAIŞ‘iyên di destê YPG’ê de ne, bang li hikûmeta Angela Merkel kir. Jelpke ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî û got, “Ji bo dadgehkirina endamên DAIŞ’ê yên welatiyên Elman, divê Elmanya bi berpirsyarî rabe.”
Parlamentera Partiya Çep ji hikûmeta Elman xwest ku DAIŞ‘iyên di destê YPG’ê de ne, bîne Elmanyayê û dadgeh bike. Li gorî daxuyaniya Jelpke, 33 Elman ku endamên DAIŞ‘ê ne, di destê YPG’ê de ne.
Jelpke bi bîr xist ku kesên navbirî ji Elmanyayê tevlî nava DAIŞ‘ê bûne û got, “Ev kes ji Elmanyayê çûne, lewma berpirsyarî li ser milê Elmanyayê ye. Ji ber ku li Bakurê Sûriyeyê hîna şer heye, derfet nîne ku ev kes li herêmên di kontola YPG’ê de ne werin dadgehkirin.“
Siyasetvana Partiya Çep ji hikûmeta federal a Elman xwest ku bi hêzên Kurd re bi rengekî fermî têkiliyê deyne û endamên DAIŞ‘ê yên Elman bîne Elmanyayê. Jelpke rexne kir ku di vî warî de heta niha gaveke cidî nehatiye avêtin.
ANF/BERLÎN