Pêlên devgêle
û lorînên te yên zirav bûn,
nîgariyên şevê
Kesî nedizanî...
Li ber kêleka mirinê,
te çiya pişt dikir.
Dibe ku xaf û bêdengiya bajaran
Wekî dilopek bihar
li ser rûyê hevaltiya te be.
Kesî nedizanî...
Dema ku tu nedihatî
baranê dest ji xwe berdida
Tiliyên şevê dilerizîn
û şev vedigeriya weneyekî dûr...
Di efsaneyên Mayayên de
Şeytanok, jiyan e...
Deriyê aqil, dil û zanebûnê ye.
Şînbûyîna asîmanan ji ku tê,
nizanim
Dibe ku tu şîn difikirî
Kesî nedizanî...
Nivîs tunebûn e.
Tunebûna êvar û mirinê...
Evdalê Zeynikê gotiye:
„Tu ku da bêbend bî
ew dera hişê dilê te ye.
Min bi evînan girêbidin.

Girtîgeha Tîpa F a Boluyê