Hunermendên NÇM’ê yên ku ji bo strana referandûmê ya “Na Na” hatin cem hev vê carê jî strana “Raperîn e Newroz” amade kirin.Hunermendên navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ya bi KHK’ê ve hate girtin ji bo Newroza 2017’an stranet amade kirin. Hunermendan klîba ji bo strana “Raperîn e Newroz” amade kirin weşandin. Di klîbê de ji Kawayê Hesinkar, heta Mazlum Dogan, ji Zekiye Alkan heta Rahşan Demîrel a ku Kadîfekaleya Îzmîrê agir berda bedena xwe cih digirin. Dîmenên Newroza Amedê ya bi heybet û Newrozên din, wêneyên kesên ku dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dan jî cih digire. 



 AMED