
´AKP gotinên vala dike´
Dîcle destnîşan kir ku hemû gotinên hikûmetê yên wekî “Em li hemberî Kobanê bêdeng namînin, çi pêwîst be emê bikin” gotinên vala ne û wiha pêde çû: “Tu tiştekî pêwîst nekirin. Çete heta taxên derdora Kobanê hatin. Ev jî di nava gelê kurd de bû înfîalek mezin. Lewra ger hûn aliyekî behsa ‘Tifaka kurd-tirk’ bikin, aliyê din jî çavê xwe li hemberî komkujiyan bigirin.
Ev nabe.” Dîcle, di berdewamê de bibîrxist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di warê pêvajoyê de heta 15 Cotmehê dem daye hikûmetê û got ku hikûmet helwesta xwe ya li hemberî DAIŞ‘ê diyar neke ev bûyer wê mezintir bibin. Dîcle wiha domand: “Wan biryarekî baş nedan. Polîtîkayên heta niha meşandibûn xelet bû. Wekî mînak dibêjin ku ‘Em di warê mirovî de hemû tiştî dikin’ Lê ev têrê nake. Dema birayê we dostê we bi komkujiyê re rûbirû ma, hûn nikarin çavên xwe bigirin. Bingeha pêvajoya çareseriyê bawerî ye. Niha li holê gelekî di bin gefê de heye. Tenê dikare ji aliyê Tirkiyeyê nefes werbigire. Dema we alîkariyên ji wir diçin asteng kir. Ev nabe dostanî û tu baweriya wê jî tuneye. Ev rewş nayê qebûlkirin. Em hêvî dikin ku eqlê selîm wê serdest be.”
‘Tiştekî em wenda bikin nîne´
Dîcle destnîşan kir ku Tirkiye di gotinê de li hemberî DAIŞ’ê helwesta xwe nîşan dide lê di pratîkê de gavên wê navêjê û wiha pêde çû: “Niha hewceyî bi avêtina gavên pratîkî heye. Divê hikûmet demildest helwesta xwe zelal bike.” Dîcle axaftinên rayedarên hikûmetê yên derbarê serhildanên li bajarên bakurê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê dest pê kiriye rexne kir û ev tişt anî ziman: “Dê sibe dîrok van kesan mehkûm bike. Ger ku tecrûbeya min a 40 salan hebe gelê kurd di vî alî de qet tawîzê nade. Bi xurtkirina yekîtiya xwe ya neteweyî dê li ber xwe bide. Divê her kes vê yekê baş zanibe. Divê hikûmet jî dinya jî vê yekê zanibe. Tiştekî ku gelê kurd winda bike tune ye.”
Dîcle piştgiriya demokrat, sosyalîst û kedkarên Tirkiyeyê ku dide serhildana gelê kurd a dawî jî nirxand û wiha berdewam kie: “Dostên me yên Tirkiyeyê vê xetereyê bi awayekî eşkere dibînin. Ew jî di wê zanebûnê de ne ku ger di êrîşên ser kurdan de bi ser bikevin dor bê wan. Ji ber vê yekê hewl didin civakê û heta hikûmetê serwest bikin. Ez wan pîroz dikim. Gelê kurd dê tu caran vê piştgiriyê ji bîr neke.” Dîcle bang li gelê kurd ên di serhildanê de ye jî kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê gel li hemberî provokasyonan bi hişyarî tevbigere. Divê hewldanên provokatoran vala bê dexistin.
Hedefên gelê kurd diyar e. Gelê kurd ji bo azadiya xwe û rûmeta xwe li ber xwe dide. Ji bilî vê hedefê tiştên din dê zirarê bide têkoşîna me. Di vê debarê de divê gelê me bi hişyarî tevbigere.”
DIHA/STENBOL