
BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, bi beşdariya saziyên jinan mîtîngek ji bo destekkirina HDP’ê hate lidarxistin. Mîtîng li Brandenbûrger Tor pêk hat. Endamên Meclîsa Jinê ya DEST DAN, Meclîsa Jinên Êzîdî ya Binevş Edessa, Komîsyona Jinê ya CÎK, Komîsyona Jinê ya Berlînê ya PYD’ê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Saziyên Jinê yên Enternasyonalîst, Ciwanên Azad Jin, YXK Jin û Komîsyona Jinê ya HDK’ê û Parlamentera Dîe Lîne (Partiya Çep) a li Parlamenta Federal Anette Groth tevlî bûn.
MANNHEIM: Li Mannheîmê yê Almanyayê jî, ji bo balê bikşînin ser êrîşên li dijî HDP’ê stant hat danîn. Her wiha serdana hemû saziyên sivîl û saziyên ragihandinên yên li bajêr jî hat kirin û dosya berpêşî wan hat kirin.
HANNOVER: Li ber Parlamentoya Eyaleta Nîdersachsenê mîtîngek hay lidarxistin. Li mîtînga ku Kurdistanî û hevrêyên wan beşdarî wê bûn, heyetek jî ji bo hevdîtinê serdana Parlamentoya Eyaleta Nîdersachsenê kir.
HAMBÛRG: Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina êrîşên li dijî HDP’ê li ber Parlamentoya Hambûrgê çalakî lidarxistin. Piştî mîtînga li ber Parlamentoya Hambûrgê, Kurdistanî û hevrêyên wan meşek li dar xistin. Di çalakiyê de
parlamentera HDP’ê ya berê Sevahîr Bayindir. Parlamenterê Partiya Çepgir Martîn Dolzer û Nûnerê NAV-DEM’ê jî Yavûz Fersoglû axifîn.
KLEVE: Li bajarê Kleveyê jî êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê bi meşekê hatin şermezarkirin. Meş û mîtînga ku Meclîsa Gel a Kleveyê amade kir, nêzî 200 kes beşdarî wê bûn.
OSLO Û TRONDHEÎM: Li bajarên Oslo û Torndheîm ên Norwêcê, tevî hewa sar jî çalakiyên ji bo destekkirina HDP’ê hatin lidarxistin. Aliyê herî balkêş ê çalakiyan ew bû; nûnerên partiyên siyasî yên li Parlamenta Norwêcê di asta herî bilind de tevlî bûn û destek dan. Nûnerên Partiya Çep Sosyalîst, Partiya Çep, Partiya Sor, Partiya Keskan, Partiya Karker û Partiya Rastgir tevlî bûn û axivîn. Li Osloyê, wê roja Şemiyê saet di 15:00 de li ber Stasyona Trenê çalakiyek bê lidarxistin.
FÎRENZE: Li ber Walîtiya Fîrenze ya Îtalyayê, saziya bi navê ‘Fermîamo la Gûerra’ çalakiyek lidar xist û destek da HDP’ê.Di çalakiyê de komkujî û operasyonên qirkirina siyasî yên li Tirkiyeyê hatin şermezarkirin.
TORÎNO: Li Torîno Kurdistanî û dostên wan li dijî darbeya li ser HDP’ê meşek protestoyî li dar xistin. Di meşê de ku heta Raî TV dewam kir, dirûşmeyên li dijî êrîşên AKP/Qesrê hatin berzkirin.
VIYANA: Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Awûstûrya Viyanayê dijîn, bi şiyara “Dest nede vîna min” li ber avahiya Nûnertiya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ya li Awûstûryayê mîtîngek lidar xistin. Heyetek ji girseyê li pêşiya avahiyê bi rayedaran re hevdîtin kir û dosyayek li ser mijarê pêşkêş kir.
BASEL: Li ber avahiya Parlamenta Kantona Baselê ya Swîsreyê mîtîngek hate lidarxistin û faşîzma AKP/Qesrê hate şermezarkirin. Di çalakiyê de wêneyên HDP’yiyên hatin girtin û dowîzên bi nivîsa Elmanî hatin hilgirtin. Çalakger bi heyeteke parlamentê re hevdîtin kir û dosyayek li ser mijarê pêşkêş kir.
FRÎBOÛRG: Girseya gel a li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya bajarê Frîboûrgê li hev civiya, mîtîngek lidar xist.
Parlamenterê Partiya Sosyalîst ê Kantonê Jean Françoîs Steîert li mîtîngê axivî û girtina Hevserokên HDP’ê û parlamenteran şermezar kir. Steînert xwest, parlamenter derhal bên berdan.
LÎVERPOOL: Ji bo pêkanînên dîktatorî yên rejîma AKP/Erdogan şermezar bikin, li bajarê Lîverpool ê Îngilîstanê Kurdistanî û dostên xwe meşiyan. Çalakger heta ber avahiya Radio BBC meşiyan û çalakiya xwe li vir qedandin.
MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo şermezarkirina dîlgirtina hevserok û parlamenterên HDP’ê li ber Meclîsa Herêmê ya PACA çalakiyek hate lidarxistin.
PARÎS: Li paytexta Faransayê Parîsê bi banga eniya hevpar re doh li ber Parlamentoya Fransayê xwepêşandanek hate lidarxistin. Endamên Tevgera Jinên Kurd, SKB, HDK-F, CDK-F û ACTÎT’ê beşdarî wê bûn.
RENNES: Li bajarê Rennesê yê Fransayê bi pêşengiya CDK-Rennes û Komeleya Jinê ya Zînê li ber Walîtiya Rennesê, êrîşên AKP/Qesrê yên li dijî HDP’ê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyan bi Walîtiya Rennesê re jî hevdîtinek pêk anîn.
STRASBOÛRG: 150 Kurdistanî û Fransiyên ku doh danê êvarî saet 18.00’an li Place Kleberê kom bûn, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wekîlên HDP’ê rakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN