Rêveberiya DBP'ê ya bajêr bang li Amediyan kir ku dakevin kolanan. Piştî demeke kurt bi hezaran kesan berê xwe dan ber avahiya bajêr a DBP'ê. Rêveberê partiyê Ali Erdemircî ji girseyê re axivî û da zanîn ku wan banga serhildanê li Amediyan kiriye û xwest ku çi ji destê kê de bila bike. Piştî axaftina Erdemircî girse li wesayitan siwar bû û berê xwe da sînorê Kobanê. Girseya din jî ber bi Parka Koşuyolu ve meşiya. Di meşê de dirûşmên wekî; "Bijî serhildan, bijî berxwedan", "Dê Kurdistan ji DAÎŞ'ê re bibe goristan' qêriyan. Piştî ku li ber Navenda Danûstandinê ya bi navê NCity polîsan mudaxeleyî girseyê kir pevçûn destpê kir.


Li Mêrdînê çalakî

Li navçeya Qoserê ya Merdînê jî li hemberî êrîşên DAÎŞ'ê bi hezaran kes daketin kolanan û dest bi çalakiyan kir. Welatiyan di kolanan de barîkat ava kirin, agir vêxistin û hêrsa xwe ya li hemberî hevkariya AKP û IŞID'ê bi dirûşman anî ziman. Polîsan li gelek deveran mudaxele pêk anî. Li ser vê yekê kerba girseyê zêde bû û bûyer mezin bûn. Di bûyeran de 2 birîndar bûn û hate îdiakirin ku polîsan guleyên rastîn bi kar anîne. Li Nisêbînê jî ji ber êrîşa mezin a IŞID'ê çalakiyên girseyî zêde bûn. Li Îpek Yolu ciwanan rê ji trafîk re girt. Li ser êrîşa polîsan bûyer li kolanên Çag Çag, Sakarya û Kolana Şirîn belav bûn. 


Li Şirnexê berxwedan
Li Şirnexê jî gel li hemberî xetereya qetlîma çeteyan daket kolanan. Li Silopiyê bi sedan ciwan daketin ser riya Îpek Yolu û bersiv dan êrîşa polîsan. Ciwanan TIR û kamyonên derbas dibûn rawestandin û ji xwe re kirin barîkat û êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê, bi kevir û molotofan bersivand. Li gelek navçeyên din jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Li gelek taxên bajarê Sêrtê jî gel daket kolanan. Bi sedan welatî daketin kolanan û hêrsa xwe bi sloganan anîn ziman. Li gelek bajarên wekî Êlih, Wan, Bedlîs û bajarên Tirkiyê jî xwepêşandan hatin lidarxistin. 


NAVENDA NÛÇEYAN