Komeleya Mafên Mirovan ÎHD şaxê Amedê 'Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a sala 2013'an li Herêma Anatoliya Rojhilat û Başûrrojhilat' bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re eşkere kir. Di civîna çapemeniyê ya li avahiya komeleyê de Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Parêzer Serdar Çelebî û Serokê Komeleyê yê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî amade bûn. Beriya eşkerakirina raporê Alîkarê Serokê Giştî yê ÎHD'ê Çelebî metna çapemeniyê ya hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku di mijara binpêkirina mafên mirovan a sala 2013'an de li gorî salên bihurî kêmbûnek heye. Çelebî diyar kir ku sedema vê kêmbûnê rewşa bê pevçûn a bi hêviya aştî û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê hatiye afirandin e û got, "Lê belê ji ber ku ji bo çareseriya pirsgirêkan gavên pêwîst nehatine avêtin, fikar û guman henin ku binpêkirinên mafan zêde bibin."

Piştî axaftina Çelebî Serokê ÎHD'ê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî hejmarên derheqê binpêkirinên mafan ên sala 2013'an de bi çapemeniyê re parve kir. Hin ji daneyên ku di rapora ji aliyê Bîlîcî ve hat aşkerakirin de cih digirin ev in: Hêzên ewlekariyê yên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane-birîndar bûne: 1 mirî, 7 birîndar. PKK'yiyên di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane-birîndar bûne: 28 mirî. Sivîlên di kuştinên kiryar ne diyar, bê daraz û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane: 28 mirî, 35 birîndar. Mirin û birîndarbûyînên ji ber xemsarî û xeteya fermî: 27 mirî, 4 birîndar. Xwekuştina jinê: 32 xwekuştin, 13 hewldanên xwekuştinê. Xwekuştina mêr: 34 xwekuştin, 4 hewldanên xwekuştinê. Xwekuştina zarokan: 14 xwekuştin. Xwekuştina leşker/polîsan: 12 xwekuştin, 6 hewldanên xwekuştinê. Binçavkirî: 1352. Girtin: 364. Îşkence û pêkanînên xirab: 395. Destwerdana li bûyerên civakî: 130 destwerdan, 112 birîndar/lêdan.Hejmara kesên li lêpirsîn, doz û cezayan rast hatin: 984. Binpêkirinên li girtîgehan: 1431. Binpêkirina mafên civakî û aborî: 3565. Binpêkirinên din: 2389. Hejmara giştî ya binpêkirinan: 10967.

AMED